10:26 20 Îlon 2017
Zindî
    Mehmet Altan

    Mehmet Altan: Putin heta ku serê Erdogan netewîne normalîzasyona têkiliyan çênabe

    © Sputnik/ Cesim İlhan
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1410

    Prof. Dr. Mehmet Altan derbarê têkiliya di navbera Rûsya û Tirkiyê de got ku di vê têkiliyê de yê ku diyarker e ne Erdogan lê Putin ê. Li gor nêrîna Altan, Putin heta ku serê Erdogan netewîne normalîzasyona têkiliyan qebûl nake.

    Navenda Nûçeyan — Piştî ku di meha mijdarê de balafira rûsî ji hêla hêzên leşkerî yên Tirkiyê ve hate xistin di têkiliya her du dewletan de krîz derketibû. Di demên dawî de hikûmeta AKPê û Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ji bo careke din têkiliyê baş bikin hewl didin. Prof. Mehmet Altan derbarê vê mijarê de di bernameyek IMC TVyê de nirxandin kir.

    Prof. Dr. Mehmet Altan derbarê têkiliya di navbera Tirkiyê û Rûsyayê de diyar kir ku di vê têkiliyê de yê ku diyarker e ne Erdogan lê Putin ê. Li gor nêrîna Altan, Putin heta ku serê Erdogan netewîne normalîzasyona têkiliyan qebûl nake.

    Altan got ku ji ber desthilatdariya AKPê cîhan nexwendiye ketiye tengasiyê û ji bo ji vê tengasiyê derkeve bi awayekî serobero polîtîkayan dimeşîne. Altan wiha berdewam kir; "Heke ku cîhanê bixwînin ne li hundir ber bi faşîzmeke îslamî ya siyasî ve diçin, ne ambargoya sîstema cîhanê binpêdike û gendeliyan dike, ne ji bo sergirtina bûyerên 17-25ê (Berfenbarê) bigire darbeya sivîl çêdike, ne jî dikeve nakeve nava xefleteke wisa ku weke pirsgirêka kurd bi feraseta kevn çareser bike."

    Bi heman mijarî:

    Galip Savaşir: "Nameya Erdogan ne asaya bi sêhr e"
    Balyozê Rûsyayê beşdarî fitara Erdogan dibe
    Markov: "Nameya Erdogan gaveke erênî ye"
    Rûsya: "Milîtanên El Nûsrayê li sînorê Tirkiye û Sûriyeyê dicivin"
    Rûsya: Êdî hinek dewlet eşkere piştgiriyê didin terorîstên li Sûriyeyê
    Etîketan:
    IMC TV, Vladimir Putin, Recep Tayyip Erdogan, Mehmet Altan, Tirkiye, Rûsya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de