11:41 21 Îlon 2017
Zindî
    Serdana Sûriyê ya Dogu Perinçek

    Perinçek: Lijneya me derbarê hevdîtinên bi Esad re agahiyan dide Wezareta Karê Derve

    © REUTERS/ SANA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1801

    Serokê Partiya Vatanê Dogu Perinçek diyar kir ku ji partiya wî lijneyek bi Esad re hevdîtinan dikin û agahiya van hevdîtinan bi Wezareta Karê Derve ya Tirkiyê re parve dikin.

    Navenda Nûçeyan — Piştî nûçeya Reutersê ya ku di got, dibe Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan gotinên xwe yên dij Serokdewletê Sûriyê Beşar Esad nerm bike, Serokê Partiya Vatanê Dogu Perçinçek diyar kir ku partiya wî bi Esad re hevdîtinan dikin. Perînçek herweha got ku ew agahiyan bi Wezareta Karê Derve ya Tirkiyê re parve dikin.

    Perinçek ev agahî bi rêya rojnameya Haberturkê aşkere kir. Li gor van agahiyan di nava vê salê de lijneyek di bin serokatiya rayedarê Partiya Vatanê İsmail Hakkı Pekin de li Şamê hevdîtin bi rayedarên dewletê re kiriye. Perînçek diyar dike ku ew jî di meha sibatê de bi Esad re rûniştiye.

    Dogu Perinçek dibêje ku "Esad DYA dijminekî wisa dibîne ku dixwaze Sûriyê parçe bike û PYDê jî peyakê wê dibîne. Esad got ku heke teroristan îxrac nekin em amadene bi Tirkiyê re bibin dost".

    Bi heman mijarî:

    Perinçek:'Hedefa Barzaniyan piştî Rojava, Amed e'
    Perinçek: 'Çi bextewar im ku li bajarên kurdan operasyonên paqijiyê dibînim'
    Perinçek: ‘Ji bo kuştina 60 kurdên Cizîrê pir kêfxweş im’
    Ji AKPê bo Esad daxuyaniyeke balkêş
    Etîketan:
    hevdîtin, Wezareka Karê Derve ya Tirkiyê, DYA, PYD, İsmail Hakkı Pekin, Beşar Esad, Recep Tayyip Erdogan, Dogu Perinçek, Şam, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de