17:47 23 Îlon 2017
Zindî
    KCK

    KCK: Heta hebûna kurdan bi awayekî vekirî neyê naskirin, wê ti hevdîtin pêk neyê

    © Foto: Sosyalist Forum
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 4620

    KCKê îro daxuyaniyek da û tê de ragihand ku “heta hebûna kurdan bi awayekî vekirî neyê naskirin, jiyana azad û demokratîk a kurdan neyê qebûlkirin, Tevgera Azadiyê ya Kurd wê bi ti hêza siyasî re hevdîtinê neke”.

    Navenda Nûçeyan — Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir, ku wan ti daxwazên hevdîtinê ji hikûmeta Tirkiyeyê re neşandine û hikûmeta AKPê bi vê daxuyaniya dixwaze propogandaya taybet a şerî pêk bîne.

    KCKê di berdewamiya daxuyaniya xwe de teqez kir ku ew ê ticarî bi hikûmeta heyî re hevdîtinan pêk neyêne û wiha dewam kir: "Li ser pirsgirêka kurd, ancax bi desthilatdariyeke xwedî zêhniyeta demokratîk, dikare bê axaftin.Heta ku zêhniyeta qirkirinê ya ku Tayyîp Erdogan her roj bi yek yekên xwe bilêv dike ji holê neyê rakirin, ne pêkane li ser bingeha demokratîkbûyîna Tirkiyeyê pirsgirêka kurd were çareserkirin."

    Herwiha daxuyaniyê diyar kir, "niha li holê olîgarşiyeke siyasî heye, ku ji ber gel xapandiye û Tirkiye ber bi şer ve dehf daye, divê bê dadgehkirin û cezakirin."

    KCKê di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got, "Heta ku di çarçoveya demokratîkbûyîna Tirkiyeyê de hebûna kurdan bi awayekî vekirî neyê naskirin, jiyana azad û demokratîk a kurdan neyê qebûlkirin, Tevgera Azadiyê ya kurd wê bi ti hêza siyasî re hevdîtinê neke. Wê destûr ji pêvajoyeke nû ya mijûlkirin û xapandina gelan re neyê dayîn."

    Bi heman mijarî:

    KCK: Şer wê gûrtir bibe
    KCK: AKP bêhêz e û ji aliyê hêzên tarî ve tê birêvebirin!
    KCK: Pêwendiyên me bi Amerîkayê re hene
    KCK: AKP bi vî awayî biçe dê serserkî li erdê bikeve
    KCK bersiv da Erdogan: We şer li gelê kurd ferz kiriye, ew jî dê bersivê bidin
    KCK: Em niha serxwebûnê naxwazin
    KCK: bi dirûşma “bê serok jiyan nabe” rojbûna Ocalanî pîroz kir
    Etîketan:
    olîgarşî, tirk, kurd, KCK, PKK, AKP, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de