10:20 20 Îlon 2017
Zindî
    selahattîn demîrtaş-hdp

    Selahattîn Demîrtaş: Bila TAK were belavkirin

    © Foto: AA/ Okan Özer
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2310

    Hevserokê HDPê Selahattîn Demîrtaş daxwaz kir ku hemû faliyetên Teyrên Azadiya Kurdistanê (TAK) were sekinandin û bila bi tevayî were belavkirin.

    Navenda Nûçeyan — Hevserokê HDP Selahttîn Demîrtaş ji BBCê re axivî û got "ji xeynî me tu partî rasterast rexneyan li TAKê nagire, hişyariyê nade TAKê û ji bo çalakiyên xwe bi dawî bikin, bangê lê nake."

    Herwiha Demîrtaş li ser pirseke di derbarê TAKê de diyarkir ku ew çalakiyên li hemberî sivîlan wek çalakiyên "teorîstî" dinirxînin û got ji bo çalakiyên li hemberî sivîlan, ne pêkan e ku em tu toleransê nişan bidin.

    Demîrtaş di derbarê daxuyaniya Serokwezîr Bînalî Yilrdirim ya "ji PKKê ji me re peyam tên" de jî anî ziman ku li ser vê mijarê tu agahî ji me re nehatiy.

    Demîrtaş di derbarê rexneyên Altan Tan de dîsa dubare kir û got, fikirên wî parlamenterê me yên ku HDPê bi tevayî tune dihesibîne û li sedema hebûna partiyê pirsê dike, dide nişan ku ew li ser riya veqetandinê ye.

     

    Bi heman mijarî:

    Fezlekeyên Demîrtaş û Kiliçdaroglû şandin berdestê serdozgeriyê
    Altan Tan bersiv da Demîrtaş: Wa ye wî riya xwe diyar kiriye
    Demîrtaş û Sariyildiz li NYê bûyerên Cizîrê vegotin!
    Selahattin Demîrtaş ji bo Erdogan: HDP bûye kabûsa te
    Demîrtaş PKK rexne kir: ‘Divê ji gel lêborîn bihata xwastin'
    Etîketan:
    TAK, HDP, Bînalî Yildirim, Selahattîn Demîrtaş, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de