21:44 25 Îlon 2017
Zindî
    Mesrûr  Barzanî

    Mesrûr Barzanî: Piştî DAIŞê bila Iraq bibe 3 perçe

    © Foto: BasNews
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 2211

    Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi Reutersê re axivî û diyar kir, pêwîst e piştî xelasbûna DAIŞê Iraq bibe sê perçe

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya ku Reutersê de hatiye belavkirin, Mesrûr Barzanî ragihandiye ku divê piştî xelaskirina DAIŞê, Iraq bibe sê keyanên cuda ku ji şîî, sunî û kurdan pêk tê ta ku bikarin rê li ber xwînrijandinê bigirin.

    Ji aliyekî din ve, Barzanî diyar dike ku êdî bawerî di nav beşên Iraqê de nemaye lewra ne pêkan e ku di bin heman banî de bimînin.

    Herwiha Mesrûr Barzanî axiftina xwe wiha dewam dike: "Federasyon ni kêr nehat lewra pêdivî bi konfederasyonê yan jî dewletên cuda heye. Sê dewletên konfederal, xwedan sê paytextên cuda lê wek hev ku yek ji wan de ser a din re be".

    Barzanî derbarê suniyan de jî wiha got: "Bila heman tiştî bidin suniyan li wan parêzgehên ku ew lê piranî ne. Tiştê em pêşniyar dikin çare ye, ta ku bikarin bi aramî li gel cîranên xwe bijîn".

    "DIVÊ ŞÊWAZA BIRÊVEBERIYA MÛSILÊ PIŞTÎ RIZGARKIRINÊ BÊ DIYARKIRIN"

    Herwiha Barzanî diyar kir ku yek ji sedemên ku hişt DAIŞ bi hêsanê deverên suniyan kontrol bike, ew e ku serokatiya şîî, sunî piştguh kirin.
    Ji aliyekî din ve, Barzanî li ser rewşa Mûsilê piştî rizgarkirina wê wiha got: Berî şerî nêzîkî milyonek kes li Mûsilê dijî, piraniya wê sunî bû lê kurd, êzîdî, şîî, xirsitiyan jî hebûn. Ya giring ew e ku em biryarê bidin bê Mûsil piştî rizgarkirinê dê çawa were birêvebirin".

     

     

    Bi heman mijarî:

    Mesrûr Barzanî: Sykes-Picot têk çû, pergaleke nû pêwîst e
    Mesrûr Barzanî: Dem dema serxwebûnê ye
    Mesrûr Barzanî: Kurdistana azad, bo rojhilata navîn dê bibe hêviyek mezin!
    Mesrûr Barzanî: Iraq êdî perçe bûye
    Mesrûr Barzanî:'Divê xeletî li Mûsilê dubare nebin'
    Mesrûr Barzanî: ‘Iraq dewleteke bê bingehe'
    Etîketan:
    xiristiyan, sunî, şîî, Mesrûr Barzanî, Mûsil, Iraq, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de