12:45 25 Îlon 2017
Zindî
    Çiyayê Kurmênc

    Artêşa Sûriyeyê tevahiya Çiyayê Kurmênc bi dest xist

    © Foto: AA
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 1910

    Artêşa Sûriyeyê bi piştgiriya hêza hewayî ya Rûsyayê tevahiya Çiyayê Kurmênc ku li bakurê rojhilatê bajarê Lezqiyeyê ye û wekî cihekî stratejîk tê zanîn bi dest xist.

    Navenda Nûçeyan — Artêşa Sûriyeyê bi piştgiriya hêza hewayî ya Rûsyayê tevahiya Çiyayê Kurmênc ku li bakurê rojhilatê bajarê Lezqiyeyê ye û wekî cihekî stratejîk tê zanîn bi dest xist. Artêşê bi saya Rûsyayê rêxistina El Nûsra û grûbên cihadîst ji wir paqij kirin.

    Bi piştgiriya Rûsyayê rizgar bû

    Leşkerên Artêşa Sûriyeyê ji bo ku herêma Çiyayê Kurmenc rizgar bike 5 roj berê bi 7 hezar leşkerî ve di bejê de operasyon da dest pê kirin, duhî nava rojê jî bajarokê Eyn Îsa bi dest xistibûn. Artêşa piştî şerê 5 rojan yê bi rêxistinên El Nûsra, Ehrar uş-Şam û Artêşa Azad a Sûriyeyê 43 milîtan bi kuştî bi dest xistin û 37 milîtan dîl girtin. Hat ragihandin ku di operasyona Çiyayê Kurmênc de 7 leşkerên rejime hatine kuştin.

    Hinek cihadîst reviyan Tirkiyeyê

    Piştî ku çiyayê stratejîk kete destê artêşê hinek milîtan reviyane Tirkiyeyê û yên mayîn jî xwe li herêmê vedişêrin. Ji bo ku nêzî sînorê Tirkiyeyê cihekî stratejîk e, êdî wê grûbên terorîst ji wir nikaribin moşekan biavînin bajarê Lezqiyeyê û ji Tirkiyeyê dê hew çek werin derbaskirin.

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Sûriyeyê fermandarê Nûsrayê yê ‘kujerê Elewiyan' kuşt
    Artêşa Sûriyeyê bi belavokan hişyarî da DAIŞê
    Lavrov: Em ê ji bo Helebê piştgiriyeke çalak bidin Artêşa Sûriyeyê
    Artêşa Sûriyeyê ket sînorê Reqqayê
    Artêşa Sûriyeyê li Raqayê dest bi operasyonê kir
    Etîketan:
    Grûbên cihadîst, Ehrar uş-Şam, El Nûsra, Artêşa Sûriyeyê, Operasyona Rizgarkirina Çiyayê Kurmênc, Herêma Çiyayê Kurmênc, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de