08:09 24 Îlon 2017
Zindî
    Zarokên Diyadînê

    Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ji bo Zarokên Kurd kampanyayek da destpêkirin

    © Foto: zete.com
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 16 0 0

    Rêxisitna Efûyê ya Navneteweyî ji bo zarokên Diyadînê, Mûhammed Aydemîr û Orhan Arslan, ku ji aliyê tîmên taybet ve hatibûn kuştin, kampanyayek da destpêkirin.

    Navenda Nûçeyan — Ciwanên Kurd Mûhammed Aydemîr (16) û Orhan Arslan (19) li navçeya Diyadînê ya Agirî ji bo debara malbatên xwe di firûna nên de dixebitin. Aydemîr û Arslan di 12ê Tebaxa 2015an de di embara firûnê de li ser navê operasyoneke li hemberî PKKê ji aliyê tîmên taybet ve hatibûn kuştin.

    Rêxisitna Efûyê ya Navneteweyî jî ji bo herdu ciwanên Kurd Mûhammed Aydemîr û Orhan Arslan kampanyeyeke bi navê "ji bo zarokên Diyadînê Edalet" da destpêkirin û di derbarê vê mijarê de li ser maplera xwe belavokek weşand. Rêxistinê di dawiya vê belavokê de cih da van gotinan:

    "va bûyera jî ji wan bûyeran e ku ji havîna 2015an ve vir ve bi awayekî bêyî darizandin tên înfazkirin û va bûyera di heman demê de perçeyeke wê lêkolînê ye ku di navbera mehên Tebax û Îlona 2015an de li Agirî û Şirnexê hatkirin."

     

    Bi heman mijarî:

    Rêxistina Efûyê: Li Sûrê tiştek li ser tiştekî nemaye
    Rêxistina Efûyê: Li Taxa Şêxmeqsûdê sûcên şerî hat kirin
    Rêxistina Efûyê: ‘Muhafizên sînor ên Tirkiyeyê pênaberên sûriyeyî dikujin'
    Rêxistina Efûyê: Tirkiye penaberan paşve vedigerîne!
    Etîketan:
    Rêxistina Efu ya Navneteweyî, Orhan Arslan, Mûhammed Aydemîr, Diyadîn, Agirî, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de