17:43 23 Îlon 2017
Zindî
    Pêşmergeyên PDKÎyê

    Di nava Pêşmêrge û leşkerên Îranê de şer: 8 kuştî û 14 birîndar

    © Foto: facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 86 0 0

    Di şerê navbera pêşmergeyên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) û leşkerên Îranê de 8 pasdar hatin kuştin û 14 jî birîndar bûn.

    Navenda Nûçeyan - Endamê Polîtboruya PDKÎyê Rostem Cehangîrî di hevpeyvîna xwe ya ajansa Spûtnîkê de piştrast kir ku di navbera pêşmergeyên PDKÎyê û leşkerên Îranê de şer derketiye.

    Rostem Cehangirî derbarê şerê navbera Pêşmergeyên PDKÎ û leşkerên Îranê de bersiva pirsên ajansa Spûtnîkê da û got: "Şer û pevçûn li her du gundên Sergîz û Qere Seqel yên girêdayî bajarê Şinoyê çêbû. Li gorî agahiyên ku heta niha ketine destên me, di şerê navbera hêzên Pêşmerge û leşkerên Artêşa Îranê de 8 pasdarên Îranê hatin kuştin û 14 pasdarên wê jî birîndar bûn."

    Du jê fermandar bûn

    Cehangirî di berdewamiya axaftina xwe de got: "Di şerê navbera her du aliyan de li gorî zanyariyen berdest ji 8 kuştiyên leşkerên Îranê piraniya wan berpirs in, du ji wan jî fermandar in ku yek jê Cîgirê fermandarê Şînoyê Serheng Semedî ye û di nava kuştiyan de 2 cerdevan jî hene. Heta niha di wî şerî de tu ziyanekî kuştînî an jî birîndarî negihîştiye hêzên Pêşmerge."

    Artêşa Îranê malên sivîlan xera dike

    Berpirsê hêzên pêşmergeyên PDKÎyê di dirêjiya axaftina xwe de got: "Piştî şer hêzên Artêşa Îranê devera ku şer lê qewimî bû dane ber top û hawanan, mal û avahiyên xelkê herêmê xerakirîn û gelek ziyanî aborî dane niştecihên herêmê. Leşkerên Îranê piştî şer dest bi operasyona girtinê kir, kesên ku tu eleqeya wan bi bûyerê re tunebûn, mirovên bêgûneh ên sivîl binçav kirin."

    Bi heman mijarî:

    PDKI: `Di şerê PKKê de du pêşmergeyên me şehîd bûne`
    PDKÎ: "Em pêşmergeyên xwe dişînin Îranê"
    PDKÎ û PDK: Em bi ti awayî li sînor paşde venakişin
    PKK û PDKÎ carek din li hev dicivin
    PDKÎ serkeftina HDPê pîroz kir
    Etîketan:
    Şerê navbera Pêşmerge û pasadaran, Pêşmergeyên PDKÎyê, Leşkerên Artêşa Îranê, Rostem Cehangîrî, Kurdistan, Îran
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de