17:46 23 Îlon 2017
Zindî
    Alaya NY

    Mufetişên NY: DAIŞê komkujî li êzidayan kir

    © Foto: UN Photo/John Isaac
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 6 0 0

    Mufetişên Neteweyên Yekbûyî(NY) derbarê êzidyan de raportek amade kirin û daxuyandin ku DAIŞ li Sûriyeyê komkujiaya êzidiyan kiriye.

    Navenda nûçeyan —  Li gorî agahiyên ku di raportê de hatine belavkirin ‘komkujiya DAIŞê ya li ser êzidiyan' berdewam dike. Hate gotin ku heta niha terorîstên DAIŞê bi qasî 400 hezar êzidiyan an kuştine, an firotine û an jî di sûcên din de bi kar anine. Di raportê de hate ragihandin ku hêj bi qasî 3 hezar û 200 jinên êzidî di destê DAIŞê de ne û divê bi lez bêne rizgarkirin.
    Mufetişan diyar kirin ku divê Dadgeha Cezayê ya Nevneteweyî bê avakirin û DAIŞî bêne cezakirin.

    Ji PE û DYE daxuyaniya komkujiyê

    Hêjayê gotinêye ku Parlementoya Ewrûpayê (PE) jî ragihandibû ku DAIŞ li Iraq û Sûriyeyê gelek xirîstiyan, êzidî  û filehan qetil kiriye û komkujî pêk aniye.
    Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê jî diyar kiribû ku DAIŞ komkujî li xirîstiyan û şîîyan kiriye. Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê John Kerry jî balê kişandibû ser giriniya ‘binavkirina sûcên DAIŞê'


    Bi heman mijarî:

    Ji bo 19 jinên êzidî konê şîne hate vedan
    Jiyana 200 keçên êzidî di xetreyê de ye!
    Keça êzidî Nadia Mûrad bi Ban Ki Moon hevdîtinek kir
    Çeçen û afganî êrişî penaberên êzidî kirin:5 birîndar
    Jinên Êzidî: 'Emê tola dayik û keçên kurd hildin'
    Etîketan:
    jinên êzidî, êzidî, daiş, Parlementoya Ewropayê, Netewên Yekbûyî (NY), john kerry, amerîka, sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de