14:33 19 Îlon 2017
Zindî
    Operasyona Leşkerî ya Minbicê

    Amerîka: Operasyona Minbicê ya yekem bi dawî bû

    © REUTERS/ Rodi Said
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 24 0 0

    Fermandariya Hêzên Navendî yên Amerîkayê (CENTOM) derbarê operasyona rizgarkirina Minbicê de daxuyanî da û ragihand ku asta yekem ya operasyonê di 13ê Hezîranê de bi dawî bû.

    Navenda Nûçeyan — CENTOM di daxuyaniya xwe ya nivîskî de diyar kir ku Koalîsyona Ereban ya Sûriyeyê rêgehên bajarê Minbicê xistine bin kontrolê û  ragihand ku di 13ê Hezîranê de wan bajêr bi temamî dorpêç kirine. Di daxuyaniyê de hate gotin ku ew amade ne ku dest bi asta duyemîn ya operasyonê bikin û navenda Minbicê ya ji terorîstan rizgar bikin.

    Hate gotin ku di dema operasyonê de hêzên koalîsyonê ji alîkariya wan kirine û gelek caran bi balafirên xwe yên şer beşdarî operasyonê bûne. Di daxuyaniyê de hate gotin ku di çarçoveya operasyona Minbicê de 190 êrişên ji hewayê hatin kirin û di 4 rojên dawî de 3 baregehên terorîstan hatine rûxandin.

    Hêjayî gotinêye ku Koalîsyona Ereban ya Sûriyeyê beşek ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) in.

    Bi heman mijarî:

    Amerîka cara pêşî bi firokeyên‘Apache' li DAIŞê da
    Li Minbicê heta niha 223 terorîst hatine kuştin
    Şervanên kurd 38 terorîstên DAIŞê kuştin û 3 gundên Minbicê rizgar kirin
    Şervanên kurd li Minbicê 8 terorîst kuştin û çend gund rizgar kirin
    Li nêzî navenda Minbicê şerek dijwar rû dide
    Etîketan:
    minbic, daiş, şer, operasyon, centom, rojava, sûriye, amerîka
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de