22:30 24 Îlon 2017
Zindî
    penaber - koçber

    Heta niha 43 hezar fellûceyî ji destê DAIŞê rizgar bûn

    © Foto: © AA/ YUNUS KELEŞ
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 8 0 0

    Ajansa IOM a ser bi rêxistina Neteweyên Yekbûyî eşkere kir ku ji destpêka operasyon û kontrolkirina Fellûceyê û heta niha 43 hezar kes ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin.

    Navenda Nûçeyan — Ajansa IOM a ser bi rêxistina Neteweyên Yekbûyî eşkere kir ku ji destpêka operasyon û kontrolkirina Fellûceyê û heta niha 43 hezar kes ji destê DAIŞê hatin rizgarkirin.

    Li gorî Ajansa IOM a ser bi rêxistina Neteweyên Yekbûyî ku eşkere dike, ji destpêka operasyon û kontrolkirina bajarê Fellûceyê û heta niha 43 hezar şeniyên bajêr ji destê rêxistina terorîst a DAIŞê hatin rizgarkirin.

    Ajans, taybet ji bo karûbarên koçber ên Îraqê dibêje: "Tenê di vê hefteyê de 10 hezar şêniyên wî bajarî ji navenda Fellûceyê derbas bûn û gihîştin cihê bi ewle.

    Her wiha ajans hişyariyê dide, ew rêya ku koçber têve derbas dibin gelek metirsîdar e û egera wê yekê heye di nava êriş û bombebarana her du aliyan de bimînin.

    Ser vê yekê jî ew ajansa Neteweyên Yekbûyî dibêjin ku bi hezaran kesên din hêj di nava bajarê Fellûceyê de gîr û asê mane û bi gefên terorîstên DAIŞê re rû bi rû ne.

    Bi heman mijarî:

    Artêşa Iraqê li Fellûceyê taxekê ji destê DAIşê rizgar kir!
    Li Fellûceyê goreke komî ya ku 400 leşker têde bûn hate dîtin
    Xelkê Fellûceyê bi xwekuştinê xwe ji DAIŞê xelas dike
    Di operasyona Fellûceyê de 250 terorîstên DAIŞê hatin kuştin
    Artêşa Iraqê kete nava bajarê Fellûceyê
    Etîketan:
    Xelasbûna şêniyên Fellûceyê, Operasyona rizgarkirina Fellûceyê, Ajansa IOM a ser bi rêxistina Neteweyên Yekbûyî, Fellûce, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de