20:52 21 Hezîran 2018
Pêşmergên PDKî

Şer di navbera pêşmergeyên PDK-Î û leşkerên Îranê de derket

© AFP 2018 /
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 10

Di navbera pêşmergeyên Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ) û leşkerên Îranê de li Kurdistanê şer derket û ew şer hîn jî dewam dike.

Navenda Nûçeyan — PDKÎyê ragihand, pêşmergeyên wê partiyê li bajarê Şino yê Kurdistanê bi hêzên Supaya Pasdaran ên Îranê re ketine şer û niha şer giran bûye û hîn jî didome.

Herwiha li gorî malpera Rûdawê, Endamê Polîtboruya PDKÎyê Rostem Cehangîrî di daxuyaniyekê de piştrast kir, ku di navbera pêşmergeyên wê PDK-Îyê û leşkerên Îranê de şer derketiye.

Rostem Cehangîrî ragihand, şer û pevçûn li her du gundên Sergîz û Qere Seqel yên girêdayî bajarê Şinoyê çê bûye û got, ku heta niha jî şer û pevçûn berdewam e.

Cehangîrî da xuyakirin, ku şerê navbera her du aliyan giran e û li gorî zanyariyên gihîştine wan zirarek mezin gihîştiye hêzên Supaya Pasdaran a Îranê û çend leşkerên îranî di şer de hatine kuştine û hejmareke din jî birîndar bûye.

Ji aliyekî din ve, hîn ti agahî derbarê hejmara kuştî û birîndaran de tine.

Bi heman mijarî:

PDK û PDK-Î: ‘Îran êriş bike, em ê bersivê bidin’
Pêşmergeyên PDK-Îyê vedigerin Kurdistana Îranê
Di navbera PDK-Î û Îranê de şer derket
PDK bersiva Serokomarê Îranê da; Pêşmerge cîhanê diparêze
Etîketan:
Şer, Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê (PDK-Î), Rostem Cehangîrî, Şino, Qere Seqel, Sergîz, Kurdistan, Îran
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de