00:41 19 Sibat 2018
Zindî
    Pêşmerge

    Fransa bi sedan hezar çek û teqemenî da kurdan

    © Flickr/ kurdistan4all
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Fransa careke din çek û alîkariyên leşkerî ji Hêzên Pêşmergeyan re şandin. Konsulxaneya Fransa li Hewlêrê ragihand, di navbera 5 rojên dawiyê de Fransa 2 caran alîkariyên leşkerî ji Hêza Pêşmergeyan re şandine û radestî Wezareta Pêşmere kirine.

    Navenda Nûçeyan — Fransa careke din çek û alîkariyên leşkerî ji Hêzên Pêşmergeyan re şandin. Konsulxaneya Fransa li Hewlêrê ragihand, di navbera 5 rojên dawiyê de Fransa 2 caran alîkariyên leşkerî ji Hêza Pêşmergeyan re şandine û radestî Wezareta Pêşmere kirine.

    Konsulxaneya Fransa ya li bajarê Hewlêr a paytexta herêma Kurdistanê îro çarşemî 15ê Hezîran a 2016 di daxuyaniyekê de ragihand, Fransayê ji 11ê Hezîranê ve heta 14ê Hezîranê bi 2 qonaxan çek û alîkariyên leşkerî ji Hêza Pêşmerge ya Kurdistanê re şandine.

    Di daxuyaniyê de tê gotin, ku roja 11ê Hezîran a 2016, Wezaeta Pêşmerge yekem qonax û di roja 14ê Hezîranê de jî duyemîn qonaxa alîkariyên leşkerî ji Fransa wergirtine.

    Konsulxaneya Fransa diyar dike, hejmarek roketên MM98, sedan hezar teqemenî yên cor bi cor û narincok bo Hêza Pêşmerge hatine şandin.

    Konsulxaneya Fransa ragihandiye, ku şandina wan alîkariyên leşkerî bo herêma Kurdistanê û Hêza Pêşmerge di çarçoveya wan çekan de ne yên ku Wezîrê Parastina Fransa Jean Yev le Drian di heyama serdana xwe ya bo Iraqê de soza wê dabû.

    Bi heman mijarî:

    Erebên Iraqê ji destê DAIŞê reviyan xwe radestî hêzên pêşmerge kirin
    Balyozê kanadayî: ‘Pêşmerge bi têkoşîneke bêhempa Kurdistanê bi cîhanê da nasîn'
    Hêzên Pêşmerge balafireke DAIŞê xistin
    Pêşmerge hişyarî kir: DAIŞ amadehiya êrişên kimyewî dike
    Terorîstên DAIŞê bi 9 wesayîtên bombekirî êrişî Pêşmerge kirin
    Du xwekujên DAIŞî êrişî çeperên Pêşmerge kirin
    Etîketan:
    cebilxane, çek, Roketên MM98ê, pêşmerge, Fransa, Kurdistan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de