19:50 18 Hezîran 2018
Wezîrê Karên derve yê Misirê - Semîh Şukrî

Dibe ku parlementoya Misirê peymana bi siûdiyan re betal bike

© AP Photo / Amr Nabil
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Karên Derve yê Misirê Semîh Şukrû, dibe ku parlementoya Misirê biryara hiştina giravên Senafîr û Tîranê yên li Deryaya Sor ji Erebistana Siûdî re, betal bike.

Navenda Nûçeyan — Meha Nîsana borî gava Qiral Selman Bin Ebdilezîzî serdana Misirê kir, serokkomarê Misirê Ebdilfetah El-Sîsî biryar dabû ku wan giravan ji Erebistana Siûdî re bihêle. Şukrî derbarê vê biryarê de axivî.

Wezîrî diyar kir ku selahiyeta parlementoyê heye ku peymanên navdewletî betal bike, eger parlemento wê biryarê betal bike, ew peymana sînorên nû ya ku giravan dide Erebistana Siûdî, dê ji meriyetê derkeve.

Herwiha hat ragihandin ku ev peyman bû sedema protestoyên girs li welatî û niha ji aliyê dadgeha bilind ve tên kontrolkirin.

Ji aliyekî din ve, hikûmeta Misirê belge weşandibûn û di wan de ragihandibû ku ew girav dikevin hundirê sînorê Erebistana Siûdî. Lê dijberî îdia dike ku Sîsî ji bo avakirina pira ku wê herdû welatan bi hev ve girê de, ew girav dane Erebistana Siûdî.

Bi heman mijarî:

Dibe ku Misir û Rûsya teknolojiya ragihandinê ya leşkerî hilberînin
Misir: Balafira rûsî ji terefê terorîstan ve hat xistin'
Rûsya û Misir li ‘Kanala Suveyş' ê herêma pîşesaziyê ava dikin
Rûsya: Îran, Iraq, Misir, û Libnan jî wê li civîna Viyanayê bibin
Misir dublora kanala Swêsê avadike
Misir balyozê xwe yê nû li Israylê diyar kir
Etîketan:
Abdulfettah El Sîsî, elman Bin Ebdilezîz, Semîh Şukrî, Erebistana Siûdî, Misir
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de