22:19 20 Hezîran 2018
DAIŞ

Li Minbicê heta niha 223 terorîst hatine kuştin

© Foto : © AP Photo/ Rakka Media Center
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Çavdêriya Mafên Mirovan ya Sûriyayê (SOHR) ku navenda wê li Londrayê ye encama dawî ya operasyona ku HSD û YPGê li Minbicê li dijî DAIŞê dabû despêkirin, eşkere kir.

Minbic — Li gorî nûçeya rojnameya Rey el-Youmê Çavdêriya Mafên Mirovan ya Sûriyayê ragihandiye ku di şerê li derdora Minbicê de, heta niha 223 terorîstên DAIŞê hatine kuştin.

Çavdêriya Mafên Mirovan ya Sûriyayê (SOHR) eşkere dike ku li Minbicê şerê di navbera DAIŞê û HSDê bê navber berdewame û şerê herî zêde û dijwar jî bi piranî li cihên ku di bin kontrola hêzên kurdan da ye, tê kirin.

Herwiha, Minbic di navbera sînorê Tirkiyeyê û Raqayê de ye û ji aliyê stratejîk, çek, cebilxane û bidestxistina endaman de ji bo DAIŞê pir girîng e.

Ji aliyekî din ve, serokê Çavdêriya Mafên Mirovan ya Sûriyayê Rami Abdurrahman got, di 2014an de ji ber êrişên DAIŞê, 600 welatiyên sivîl cih û warên xwe terk kirine û derbasî herêmên di bin kontrola HSDê de bûne.

Bi heman mijarî:

Şervanên YPGê û HSDê rêya Minbic û Cerablusê rizgarkirin
Erdogan: Minbic ne ya kurdan e
Amerîka: Minbic navenda xwekujên DAIŞê ye
Minbic - Fermandarekî DAIŞê hat kuştin 32 jî birîndar bûn
Şervanên kurd rêya sereke ya Minbic û Helebê kontrol kirin
Etîketan:
hêzên kurd, Çavdêriya Mafên Mirovan ya Sûriyayê, welatiyên sivîl, kuştin, HSD, terorîst, DAIŞ, Rami Abdurrahman, Minbic
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de