00:51 19 Sibat 2018
Zindî
    Meclîsa Leşkerî ya Minbicê

    Di nava 15 rojan de hezar km2 erd ji DAIŞê hate rizgarkirin

    © Foto
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku di 15 rojên operasyona Şehîd Fermandar Faysal Ebû Leyla dê bi qasî hezar km2 erd ji terorîtên DAIŞê hatiye rizgarkirin.

    Minbic — Fermandarê Meclîsa Leşkerî Adnan Ebu Emced û Berdevkê Hêzên Sûriyaya Demokratîk (HSD) Şervan Derwîş derbarê operasyona Minbicê li gundê Gabir Kebîrê daxuyanî dan çapameniyê.

    Ebu Emced, diyar kir ku nava 15 rojan de hezar km2yê erd ji terorîstên DAIŞê hatiye paqijkirin. Li dorî hezar terorîst hatine kuştin. Herwiha navborî eşkere kir ku cenazeyên 560 terorîstan û gelek çek, cebilxane jî bi dest xistine.

    Adnan Ebu Emced da zanîn ku bajarê Minbicê niha di bin dorpêca hêzên kurd û Meclîsa Leşkerî de ye. Lê ji ber DAIŞê ku welatiyên sivîl ji xwe re dikin mertal bi baldar tevdigerin.

    Bi heman mijarî:

    Şervanên YPGê û HSDê rêya Minbic û Cerablusê rizgarkirin
    Erdogan: Minbic ne ya kurdan e
    Amerîka: Minbic navenda xwekujên DAIŞê ye
    Minbic - Fermandarekî DAIŞê hat kuştin 32 jî birîndar bûn
    Etîketan:
    mertal, rizgarkirin, sivîl, terorîst, operasyon, DAIŞ, Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, Adnan Ebu Emced, Şervan Derwîş, Minbic, Rojava
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de