02:15 22 Sibat 2018
Zindî
    artêşa sûriyeyê

    Artêşa Sûriyeyê fermandarê Nûsrayê yê ‘kujerê Elewiyan' kuşt

    © Sputnik/ Michael Alaeddin
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Hêj ku şerê di navbera Artêşa Sûriyeyê û El Nûsrayê berdewam dike hate gotin ku fermandarê El Nûsrayê Ammar el Xalid hatiye kuştin. Artêşê bajarokê Eyn Îsa yê xwedî girîngiyeke stratejîk e jî bi dest xist.

    Navenda nûçeyan —  Li başûrê Helebê şerê di navbera Artêşa Sûriyeyê û Artêşa Fethê ya ku komên wekî El Nûsra, Ehrarûş Şam û OSOyê dihewîne nava xwe bi awayekî dijwar berdewam dike. Artêşa Sûriyeyê bi alîkariya balafirên şer yên Rûsyayê li herêmê 5 gundan rizgar kir û kir bin kontrol xwe. Di pevçûnên ku di navbera bajarokên Xalasa û Ziytanê qewimî de fermandarekî El Nûsrayê yê bi navê Ammar el Xalid hate kuştin.
    ‘GELEK ELEWÎ QETIL KIRIBÛ'
    Hate ragihandin ku Ammar el Xalid di qetlîama elewiyan ya ku li Lezkiye û Kesepê de hatibû kirin de gelek ewlewî qetilkiriye. 
    Ji aliyê din ve Artêşa Sûriyeyê li başûrêrojhilatê bajarê Lezkiye û Çiyayê Kurmênc de gelek herêman ji destê komên cihadîst rizgar kir. Bajarokê Eyn Îsa ji destên komên cîhadîst hate rizgarkirin û di dema şerê dijwar de 18 cîhadîst mirin û 9 ji wan jî birîndar bûn. Hate ragihandin ku 9 cîhadîstên birîndar bo dermankirinê rakirin nexweşxaneyên bajarê Hatay a Tirkiyeyê.

    Bi heman mijarî:

    Terorîstên cîhadîst li dijî elewiyan amadekariya komkujiyê dikin
    Ne rast e ku Elewiyan pişta xwe daye Esad
    Li Edene û Mêrsînê jî elewiyan dest bi greva birçîbûnê kirin
    Li dijî êriş û dorpêça dewletê greva birçîbûnê ya Elewiyan didome
    DAIŞê li Dîlokê gef li Elewiyan xwarin
    Etîketan:
    çiyayê kurmênc, el nusra, fermandar, şer, elewî, artêşa sûriyeyê, AMMAR EL XALID, sûriye, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de