22:52 25 Hezîran 2018
Abdullatif Şener

Abdullatif Şener: Dîplomaya Erdoganî ya du salan e

Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Alîkarê berê yê Recep Tayyip Erdoganî gava ku serokwezîr bû, Abullatif Şenerî got, di sala 2007an de, yekî ji min re got ku dîplomaya Erdoganî a du salan e.

Navenda Nûçeyan — Alaîkarê Serokwezîrî yê berê û Wezîrê Darayiyê yê berê Abdullatif Şenerî, di bernameyeke televizyonê li ser dîplomaya Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdoganî axivî.

Siyasetmedarê tirk yê ku berê di nava AKPê de dixebitî û dûre dest ji berda got: "Ji bo yek bikare bibe serokkomar, makeqanûna me dibêje, divê mirov destûrdarê zanîngehê be. Di sala 2007an de, eger (Erdogan) bibûya namzetê serokkomariyê, ew ê ev tişt ji dadgeha makeqanûnê re biçûya, lewra wiha difikirim ji ber vê tirsê nebû namzet".

Endamê berê yê AKPê axiftina xwe wiha dewam kir: "Di wê tarîxê de(2007), yekî pêbawer hat û ji min re got, ‘ez dîplomaya wî dizanim, a du salan e'. Min jî got herhal ji ber vê nebû namzet".

Bi heman mijarî:

Ji Demirtaş bo Erdogan: ‘Heke dîplomaya wî tunebe serokomarî diweşe'
Mijara dîplomaya Erdoganî nayê girtin: Bila Muge Anli bibîne
Katiba noterê ku diplomaya Erdogan tesdîq kiribû xwe winda kir
Balyozê Rûsyayê beşdarî fitara Erdogan dibe
Markov: "Nameya Erdogan gaveke erênî ye"
Yigit Bulut: "Bila ji Erdogan pê ve tu kes siyasetê neke"
Etîketan:
dîplomaya sexte, dîploma, AKP, Abdullatif Şener, Recep Tayyip Erdoğan, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de