18:08 24 Hezîran 2018
Pirtûkên şewitî yên weşanxaneya Avestayê

Weşanxaneya Avesta: Kesên pirtûkên me şewitandin wê negihêjin meqseda xwe

© Sputnik / Omer Faruk Baran
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Weşanxaneya Awestayê derbarê êrişa ku di 10ê Hezîranê de bi ser depoya ya wan de hate kirin de daxuyaniyeke nivîskî da.

Navenda nûçeyan — Di 10ê Hezîranê de bi ser bi ser depoya Weşanxaneya Avestayê  ya Amedê de ji aliyê kesên ne diyar bi molotofan  êriş hate kirin. Di encama êrişan de 2640 hezar pirtûk şewitîn û ew yek bû sedema zerara weşanxaneyê. Li ser vê yekê weşanxaneyê daxuyaniyeke nivîskî da û diyar kir ku kesên êrişî ser depoya wan kirine wê negihêjin miradê xwe.

Di daxuyaniyê de behsa roja êrişê hate kirin û hate gotin ku ew kesên di serdema înternetê de û li bajarekî wekî  Amedê ya ku pirçandî, pirziman û pirdînî pirtûkand dişewitînin, kesên ku berhemên Zerdûşt, Selahaddînî Eyyûbî, Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Celadet Alî Bedirxan dan ber êgir, wê ti caran negihêjin meqseda xwe.

Hêjayê gotinêye ku Weşanxaneya Avestayê ji salên 90an û heta îro xwedî weşaneke pirdengiye û xwedî gelek xebatên serkeftî ye.

Bi heman mijarî:

Polîsan girt ser Weşanxaneya Ozanê
Polîsan girt ser weşanxaneya Aramê
Li Sêrtê weşanxaneya kurdî ya yekem: Nûber
Etîketan:
şewitandin, pirtûk, weşanxaneya kurd, avesta, abdulla keskîn, tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de