06:41 18 Hezîran 2018
Recep Tayyip Erdogan

Katiba noterê ku diplomaya Erdogan tesdîq kiribû xwe winda kir

© Foto : AA/ Kayhan Özer
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Serokê Giştî yê Partiya Neteweyî û sernivîskarê rojnameya Turk Solu Gokçe Firat, derheqê notera ku diplomaya sexte ya Erdogan tesdîq kiribû gilî kir.

Navenda Nûçeyan - Serokê Giştî yê Partiya Neteweyî û sernivîskarê rojnameya Turk Solu Gokçe Firat, bi îdiaya ku Erdogan xwediyê dîplomayeke sexte ye û noterê jî ev dîplomaya sexte tesdîq kiriye li Edliyeya Çaglayanê derheqê noterê de gilî kir. Firat derbarê mijarê de di hisabê xwe yê Twitterê de peyamek belav kir 3u ragihand ku tu derfetekî me ji bo diplomaya sexte em dozê li Serokomar Erdogan vekin tuneye, lê em dikarin derheqê vê notera ku ev belge jê re tesdîq kiriye dozê vekin.

Em ê sextebûnê îspat bikin

Firat di berdewamiya peyama xwe de got: "Min derheqê katiba noterê Emine Seven ku dîploma tesdîq kiriye li dozgeriyê gilî kir. Me xwe negihande Emine Seven û winda bûye. Belgeya noterê photoshop e, reqemên yewmiyê yên ser jî sexte ne û hemû kar sexte ye. Ev sûcekî cezayê giran e. Heke em bikaribin sextebûna noterê îspat bikin wê demê belgeya Lijneya Hilbijartina Bilind jî bê hiqûm dibe. Dibe hilbijartin jî were betalkirin, em ê hemû îmkanên hiqûqê bi kar bînin û vê sextekariyê îspat bikin. Serokomar dê ji wî qoltuxî were daxistin."

Bi heman mijarî:

Balyozê Rûsyayê beşdarî fitara Erdogan dibe
Markov: "Nameya Erdogan gaveke erênî ye"
Yigit Bulut: "Bila ji Erdogan pê ve tu kes siyasetê neke"
Erdogan û Sererkanê Tirkiyeyê Akar çûn Mêrînê
Erdogan ji Pûtîn re nameyek şand!
Etîketan:
Dîplomaya sexte ua Erdogan, Serokê Giştîyê Partiya Neteweyî, Serokomarê Tirkiyeyê, Gokçe Firat, Recep Tayyip Erdogan, Stenbol, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de