16:34 22 Hezîran 2018
Apache-helîkoptar

Amerîka cara pêşî bi firokeyên‘Apache' li DAIŞê da

© Flickr/ Gonzalo Alonso
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Amerîka ragihand ku di operasyonên koalisyona li dijî DAIŞê cara pêşî bi firokeyên Apacheya bagerehên DAIŞê gulebaran dikin.

Navenda nûçeyan — Wezareta Parastina Amerîkayê di meha nîsanê de gelek firokeyên bi navê Apache şandibû Iraqê. Artêşa Amerîka di operasyonên li dijî DAIşê de dest bi bikaranîna firokeyan kir. Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Ashton Careter roja borî daxuyand ku wan di operasyona li dijî DAIŞê de dest bi bikaranîna firokeyên Apacheyê kirine û heta niha gelek baregehên DAIŞê rûxandine.
Berdevkê Pentagonê Christopher Sherwood jî diyar kir ku Hikumeta Bexdayê jî bikaranîna balafirên Apacheyê erê kirine.

Amerîka dema dagirkirina Iraqê de firokyeên Apcheyê gelekî bikartanî û lewma ev firokeya navborî bûye wekî nîşaneya ‘dagirkirina Iraqê'Ji ber vê yekê jî gelê iraqî bi endîşene û tê gotin ku ew yek di nava rayedarên Hikumeta Iraqê de bûye sedema gengeşiyan.

Bi heman mijarî:

Amerîka: ‘Iraq di nava kurd, şie û sune de bûye sê perçeyên cuda'
NATO: ‘Amerîka ji bo Iraq û Sûriyeyê alîkarî ji me xwest'
Amerîka, piştî Iraq û Sûriyeyê wê li Afganîstanê jî li DAIŞê bide
Iraq: Amerîka di çareseriya krîzê de kêm ma
Amerîka Li Iraq û Sûriyeyê bê navber li DAIŞê dide
Etîketan:
firoke, Apache, dagirkerî, daiş, baregeh, Christopher Sherwood, iraq, amerîka
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de