17:06 24 Sibat 2018
Zindî
    Ocaxa Alperena

    Ocaxa Alperenê gef li Meşa Rûmetê Xwar: 'Ji tiştên ku dê biqewimin em ne berpirsyar in'

    © Foto: Fb
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Bajarê Stenbolê yê Weqfa Ocaxên Alperenê Kurşat Mîcan, di derbarê Meşa Rumetê ya LGBTIyê de li avahiya navendê ya li Uskudarê civîneke çapemeniyê li dar xist.

    Stenbol — Mîcan daxuyand ku ew ê li hemberî Meşa Rûmetê ya LGBTÎyê ku dê di 26ê Hezîranê de were lidarxistin, bibin asteng û got "em niha hişyariyê didin. Di derbarê tiştên ku dê bibin de me hişyariya xwe kir, ji vir şûn ve ji tiştên ku dê biqewimin em ne berpirsyar in."

    Kurşat Mûcîn bi hinek endamên Ocaxên Alperenê re di civîna çapemeniyê de axivî û bal kişand ser ku meşa LGBTîyî dê li Taksîmê li dar bixin li dijî nirxên neteweyî ne. Macîn domand û got "navê wê meşa rûmetê ye lê di bingeha xwe de bêexlaqî ye û em qet destûrê nadin bêexlaqiyên wisa ku li dijî hesasiyetên civakê ne, were normalîzekirin. Hişyariya me ya li hemberî kesên ku mehên pîroz yên wek Remezan, Şaban û Recebê tînin ser zimanên xwe û bi vî awayî şeqlebaniyê dikin, bila bi fantaziyên wisa xesasiyetên miletê me negirin ser zimanên xwe û bêedebiyê nekin. Em kesên ku qerfên xwe bi nirxên me yên manewî dikin û hed û sînorên xwe nizanin, bi gotina Ziya Paşa ya "heqê kesên ku ji şîretê fêm nekin lêdan e" hişyar dikin. Ev ne bertekeke li hemberî jiyana taybet a kesan e. Ev emirkirina başiyê û qedexekirina xerabiyê ye."

    'Çi hewce ye yan hûn bikin an jî em ê bikin'

    Serokê Ocaxên Alperenê Kurşat Macîn gef li Meşa Rûmetê Xwar û axaftina xwe wiha dewamkir: Nûnerên dewletê yên birêz me bi van re mijûl nekin. Çi hewce ye yan hûn bikin an jî em ê bikin. Divê dewleta me jî nirxên neteweyî bigire ber çavan û ji vê yekê re bibin asteng. Ji ber ku têkiliya vê bi azadiyê re tune ye. Em niha hişyariyê didin û me tiştên ku dê bibin jî da zanîn. Ji vir şûn ve ji tiştên ku dê biqewimin, em ne berpirsyar in."

     

    Bi heman mijarî:

    Cîhadîstan li hember Meşa Rûmetê banga êrîşê kirin
    Li Kirimê jî meşa ‘Alaya Nemiran' hat lidarxistin
    Polêsan li Stenbolê êrişî meşa jinan kir!
    Polêsan Mudaxaleyê meşa ji bo Sûrê kirin
    Li Stenbolê polêsan midexaleya meşa HDPe kir
    Etîketan:
    Kurşat Mûcîn
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de