14:05 18 Sibat 2018
Zindî
    Abdullah Ocalan

    Selvi: Hevdîtin bi Ocalanî re dewam dikin

    © Foto:
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 11

    Nivîskarê tirk Abdulkadri Selvî di nivîsa xwe ya îro de ragihand, piraniya tirkan êdî piştgiriyê nadin pêvajoya çareseriyê û hevdîtinên dewlet û Ocalanî hîn jî berdewam dikin.

    Navenda Nûçeyan — Abdulkadir Selvi di nîvsa xwe ya îro de, li ser pêvajoya çareseriyê û îdiaya nameya ku PKKê ji Tirkiyeyê re şandiye û peyamên Amerîkayê yên dixwazin PKK dest ji çekan berde û li muzakereyê vegere, nivîsî.

    PKKÊ JI BO YPGÊ DIXWAZE RAGEŞIYÊ KÊM BIKE

    Selvî nivîsa xwe wiha dewam dike: "PKKê di meseleya agirbestê de jidil e? Ne ji dil dixuyê. Ev tenê taktîk e. Ji ber PKKê niha bêtir giringiyê dide destkevtiyên Sûriyeyê. Dixwaze hêza xwe li Sûriyeyê xwe xurt bike û dûre wê pozisyona xwe ya nû li dijî Tirkiyeyê bi kar bîne".

    Nivîskarê tirk diyar dike ku Enqere dê nekeve vê davkê û teqez dike ku hikûmet dê şerê xwe li dijî PKKê bidomînê û ew ê careke din bi PKKê re muzakereyan dest pê neke.

    PIŞTGIRIYA PÊVAJOYA ÇARESERIYÊ KÊM BÛYE

    Herwiha Selvi diyar kir ku piştî şerê bajaran û teqînên li bajaran, piştgiriya ji pêvajoya çareseriyê re gelekî kêm bûye.

    Ji aliyekî din ve, nivîs diyar dike ku "piştgiriya kurdan ji pêvajoya çareseriyê re, 72% ye lê di nav tirkan de, 27.3% ye ku ev jî ji bo pêvajoya çareseriyê ne nîşaneke xêrê ye."

    Herwiha nivîskarê tirk di dawiya nivîsa xwe de, li ser rola Ocalanî wiha dibêje: " Serdanên dewletê ji Ocalanî re kêm bûne lê hîn berdewam dikin. Di vê serdema nû de, Ocalan tine ye lê tenê niha…"

    Bi heman mijarî:

    Biraziyê Evdila Ocalanî hat desteserkirin
    KCK: bi dirûşma “bê serok jiyan nabe” rojbûna Ocalanî pîroz kir
    Pîrozkirina rojbûna Ocalanî hat qedexekirin
    Ji bo jinûve darizandina Ocalan serî li DMMEyê hate xistin
    DBP: Divê Ocalan bi xwe pêvajoyê bi rê ve bibe
    Li Afrîkaya Başûr daxwaza xwerêveberiya kurdan û azadiya Ocalan hate kirin
    Etîketan:
    tirk, kurd, pêvajoya çareseriyê, PKK, Abdulkadir Selvi, Amerîka, SÛRIYE, Sûriye, Tikriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de