14:08 18 Hezîran 2018
Şırnak - Cizre

Tirkiyê: Biryara qedexeyê parastina mal û jiyanê hêsantir kir

© Sputnik / Ömer Faruk Baran
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Li gor raporta Komisyona Venedîkê dewleta Tirkiyê zêdetirî 60 caran biryara qedexeyê standiye û nêzîkî 200 hezar kes neçar mane ku koçber bibin. Tirkiye li hember vê raportê îdia kir ku biryara qedexeyê re parastina mal û milk û jiyana kesan hêsantir bûye

Navenda Nûçeyan — Komisyona Venedîkê li ser daxwaza Meclîsa Parlamenterên Konseya Ewropayê raportek derbarê biryara qedexeyên derketina derve de amade kir. Raport diyar dike ku zêdetirî 60 caran biryara qedexeyê hatiye standin û nêzîkî 200 hezar kes koçber bûne. Raport balê dikişine ser hejmara kesên ji biryara qedexeyê bandor girtine û vê hejmarê weke yek milyon û nîv aşkere dike. Komisyonê ji Tirkiyê daxwaz kir ku tedbîrên di dema rewşa awarte de bêstandin di ber çavan re derbas bike.

Raport diyar dike ku biryara qedexeyan ne li gor yase û destura bingehîn e ku ji tebaxa 2015ê û vir ve tê pêk anîn. Di vê mijarê de komisyon balê dikişine ser xalên 119 û 122 yên destûra bingehîn a Tirkiyê ku di xalan de tê gotin biryara qedexeyê di rewşa awarte de tê standin.

'DIVÊ BIRYAR LI GOR YASE Û DESTÛRA BINGEHÎN BE'

Raporta komisyonê dibêje mafê her welatiye ku ji bo ewlekariya xwe tedbîrên ewlekariyê bistîne lê ‘Divê tedbîrên ku bê standin bi hinceta yasayî, mafdar û bipîvan be'. Ji ber wê jî diyar dike ku qedexeya derketina derve rewşeke istisnaî ye û tene di rewşa awarte de dikarin pêk bînin û heke ku rewşeke wisa tune be, divê li gor Peymana Mafên Mirovan a Ewropayê (PMME) û Peymana Navdewletî ya Mafên Siyasî be.

'BIRYARNEGIRTINA DMMEYÊ BÛ BINGEHA BIRYARA YASEYÎ'

Tirkiyê di dema amadekirina raportê de bersiv ji Komisyonê re şand û diyar kir ku ji bo diyarkirina rewşa awarte ew dikarin li parlamenê piştgiriyê bidest bixin. Herweha sedema ku biryara derxistina qedexeyê li gor Yaseya Birêvebiriya Bajar bi van gotinan ragihand, "Ji bo ku xalên 15emîn ên PMME û Destûra Bingehîn neyê binpêkirin, ji bo ku di warê mafên bingehîn û azadiyan de bi paşve gav neyê avêtin û ji bo parastina destkeftiyên derbarê sivîlkirin û demokrasiye de."

Herweha Tirkiyê wê dîtinê diparêze ku bi biryara qedexeyê re parastina mal û milk û jiyana kesan hêsantir bûye û ev jî bûye sedem ku biryar ‘nermtir û bipîvantir' bê pêkanîn. Biryarnegirtina DMMEyê û Dadgeha Bilind a Tirkiyê li hember serlêdana biryarên qedexeyê, ji bo biryara qedexeyê dibe bingeha yaseyî.

Bi heman mijarî:

Li Sûrê piştî çend mehan cenazeyên 3 kesan hêj nû hatin teşxîskirin
Kişanak: 'Operasyon qediyan, lê rûxandina Sûrê berdewam e'
Li Nisêbînê leşkeran alên tirk li avahiyên wêrankirî daliqandin
‘Li Nisêbînê 20 kes hatin kuştin û cenazeyên wan şewitandin'
Li Nisêbînê operasyon bidawî hat
Etîketan:
biryara qerexekirinê, Destûra Bingehîn, PMME, Meclîsa Parlamenterên Konseya Ewropayê, Komisyona Venedîkê, Nisêbîn, Sûr, Cizîr
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de