13:36 24 Hezîran 2018
Jinên êzidî

‘Rewşa jinên êzidî yên di destên DAIŞê de ne diyar e'

© AFP 2018 / SAFIN HAMED
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Qeymeqamê Şingalê Mehma Xelîl, ragihand ku ji 200 jinên êzidî yên li Fellûceyê yên di destên DAIŞê de ne tenê 4 ji wan hatine rizgarkirin û ji yên mayîn ti agahî nehatine standin.

Navenda nûçeyan —  Mehma Xelîl di axaftina xwe ya Basnewsê de diyar kir ku hin agahî hatine destên wan ku DAIŞ 200 jinên êzidî yên di destên wan de birine bajarê Fellûceyê. Mehma Xelîl da zanîn ku bo jinên êzidî yên di destên terorîstên DAIŞê de rizgar bikin xebatan dikin, lê heta niha derheqê rewşa wan ti agahî negihiştiye wan.
Mehma Xelîl endîşeyên xwe yên derbarê rewşa jinên êzidî anî ziman û got ku jinên êzidî bêhtir li bajarên Musîl û Reqayê ne. Mehma Xelîl tirsa xwe derbarê rewşa jinên êzidî de dûbare kir û banga alîkariyê kir.

Bi heman mijarî:

Ji bo 19 jinên êzidî konê şîne hate vedan
TAYBET-18 jinên Êzidî ji destê DAIŞê hatin xelaskirin
3 jinên kurd hatin bibîranîn
Jinên kurd yên Rûsyayê: Jinên Kurd wê civakê azad bikin
Etîketan:
jin, şingal, daiş, êzidî, mehma xelîl, iraq, kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de