17:52 21 Gulan 2018
    seyfo-sûryanî

    Sûryaniyên komkujiya ‘Seyfoyê' hatin bîranîn

    © Foto: network54.com
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Komkujiya Seyfoyê ya ku di sala 1915an de ji aliyê Osmaniyan ve hate kirin û di encamê de ji 500 hezaran zêdetir Sûryanî jiyana xwe ji dest dan. Ji bo kuştiyên Seyfoyê cara pêşî li dêrên Sûryanî û Asûriyan merasîmeke bîranînê hate lidarxistin.

    AYŞEGÜL ÖZMEN

    Navenda nûçeyan - Komkujiya Seyfo ji aliyê Dewleta Osmaniyan di navbera salên 1915 û 1920an de li dijî gelê Sûryanî hatiye kirin.  Di wê demê de bi hezaran Asûrî û Aûryanî yên li rojhilatê Tirkiyeyê yan bi zorê hatin koçberkirin  û yan jî hatin kuştin. Peyva ‘seyfo' di sûryanîkî de tê wateya ‘şûr, kuştina bi şûrê'
    Komkujî li her derê ku Sûryanî lê dijîyan hate kirin. Mêrdîn, Riha, Colemêrg, Amed, Sêrt û Semsûr…Li van bajaran bi hezaran Sûryanî bi awayekî zalimane hatin qetilkirin. Komkuji li bajarên wekî Amed, Mêrdîn, Midyadê wekî ‘Seyfo' tê binavkirin lê li herêmên Meletî û Semsûrê jî wekî ‘Kalfe' û ‘Prodayişa Gavura' yanî kuştina xirîstiyana tê binavkirin. Ev peyv li hermên navborî hêj têne bikaranîn.

    ‘XWEPARASTINA AYNWERDO'
    Sûryaniyên li Mêrdîn, amed, Riha, Dîlok, Meletî û Colemêrgê ji komkujiyê nefilitîn û li van herêman bi hezaran Sûryanî hatin qetilkirin. Lê li gorî hin çavkaniyên Sûryanî dibêje ku Sûryaniyan li gundê ‘Aynwerdo' li hember leşkerên Osmaniyan li ber xwe dane û xwe avêtine dêra gund ya bi navê ‘Marho Şabo' Hejmara wan jî weke 7000 hezaran têne texmînkirin.

    KOMKUJÎ TI CARAN JI SER VAN ERDAN KÊM NEBÛYE
    Ji cemata sûryaniyan Erkan Metîn li ser Seyfoyê axîvî û diyar kir ku li vî welatî komkujî ti caran kêm nebûye. Metîn diyar kir ku ji Turabidînê heta Meletî, Semsûr û Ûrmiyeyê bi sedhezaran Sûryanî hatin qetilkirin. Metîn diyar kir ku Dêra Ortadoksa Sûryaniyan sala par biryareke wiha da û êdî her 15ê Hezîranê wê Sûryaniyên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan wê bên bîranîn. Metîn sedema bijartina 15ê Hezîranê jî wiha hate eşkere kir; fermana komkujiyê di 5ê Hazîranê hate dayîn û bi qasî mehekê berdewam kir. Di nava mehê yanî dora 15ê Hezîranê jî bûyer dijwar bûn. Lewma jî ev roj hate hilbijartin. Hate gotin ku cara pêşî biryareke wiha tê dayîn û wê cara pêşî merasîma bîranînê hate lidarxistin.

    Bi heman mijarî:

    Parlementerên Ermenî li Meclisê hatin bibîranîn
    Amal Cloony dê qurbanên komkujiya êzîdiyan biparêze
    Dosyaya komkujiya Helebçe wê biçe NYê
    Sarkîsyan ji bo pêşnûmaya komkujiya ermeniyan bangî parlamenterên alman kir
    Ji ber "komkujiya ermeniyan" bi e-peyaman gef li parlementerên alman hatin xwarin
    Etîketan:
    seyfo, komkujiya seyfo, dêrên ortadoks, sûryanî, asûrî, erkan metin, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de