10:40 22 Hezîran 2018
Sûriye

Sûriye: "Hebûna hêzên Almanya û Fransayê îxlala desthilatiya me ye"

© REUTERS / Omar Sanadiki
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Wezareta Derve ya Sûriyeyê di daxuyaniya xwe de ragihand ku hebûna hêza taybet a Almanya û Fransayê îxlala serxwebûn û desthilatiya me ye.

Navenda Nûçeyan - Wezareta Derve ya Sûriyeyê di daxuyaniya xwe de ragihand ku hebûna hêza taybet a Almanya û Fransayê îxlala serxwebûn û desthilatiya me ye.
Li gorî televîzyona SANAya dewleta Sûriyeyê Wezareta Derve di daxuyaniya xwe ragihand ku Sûriye hebûna hêza taybet a Almanya û Fransayê li ser axa xwe bi awayekî eşkere îxlala serbixwe û desthilatî dinirxîne.

Almanya: ‘Sûcdariyên Sûriyeyê nerast in'

Piştî daxuyaniya wezareta Sûriyeyê, Wezareta Parastinê ya Almanyayê Şam derewand. Nûnerekî Wezareta Parastinê di daxuyaniya xwe ya ajansa Reutersê got: "Li Sûriyeyê hêza taybet a Almanyayê tuneye. Ev sûcdarî ne rast in."

Her çikas Almanya hebûna hêza xwe ya taybet li Sûriyeyê red bike jî, Fransayê ji bo operasyona rizgarkirina Minbicê leşker şandibû Rojava û bi daxuyaniyeke fermî jî eşkere kiribû. Tê gotin ku hêza taybet a Fransayê piştgirî û şêwirmendiya hêzên Yêkîneyên Parastina Gel dikin.

Bi heman mijarî:

Robert Fisk bertek da raporta NY ya ‘li Sûriye cixarekêşî': Man hûn şerm nakin?
Pentagon: Sûriye û Rûysa ber bi Reqqayê ve diçin
Sûriye: Erîşen Helebê bi alîkariya Tirkiyê çêdibin
Sûriye: Berbirsiyarên teqînên Lazkiye û Tartûsê Tirkiye, Erebîstana Siûdî û Qetar e
Sûriye: hatina leşkerên Amerîkayê êrîşeka li ser axa me ye
Etîketan:
televîzyona SANAya dewleta Sûriyeyê, Wezareta Parastinê ya Almanyayê, Wezareta Derve ya Sûriyeyê, Rojava, Şam, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de