22:52 25 Hezîran 2018
Şemzînan

Li Şemzînanê teqîn: 3 leşker birîndar bûn

© Foto : AA/ Mesut VAROL
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku li navçeya Şemzînanê dema ku wesayita leşkerî derbas dibû teqînek pek hat û di encamê de 3 leşker birîndar bûn.

Colemêrg — Hat ragihandin ku li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê dema ku wesayita leşkerî derbasdibû teqînek pek hat û di encamê de 3 leşkerên Artêşa Tirkiyeyê birîndar bûn.

Di saetên serê sibehê de wesayîtên zirxî ku ji Şemzînanê ber bi Geverê ve diçûn, dema gihîştin herêma çeşmeya qeymeqamiyê ku 12 kîlometroyan ji navçeyê dûr e, teqemeniya ku berê xistibûn bine menfezê teqiya.

Di encama teqînê de wesayîta zirxî zirareke mezin dît û 3 lêşkerên Artêşa Tirkiyeyê ku di wesayîtê de bûn birîndar bûn. Birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê û mûdaxeleya wan pêşî li wir hat kirin. Li ser bûyerê qeymeqamê navçeyê Murat Ozturk çû nexweşxaneyê û derheqê birîndaran de agahî wergirtin.

Bi heman mijarî:

Li sînorê Gever-Şemzînan tevgera balafirên şer
Li Farqîn, Şemzînan û Şirnexê operasyon
PKK li Şemzînanê êrişî qerekola leşkerî kir
Li Şemzînanê li hemberî cerdevanan êrîşa çekdarî
Li herêma Şemzînanê operasyona hewayî
Etîketan:
li şemzînanê wesayîta zirxî hat rûxandin, Qeymeqamê Şemzînanê, Li Şemzînanê teqîn, Murat Ozturk, Colemêrg, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de