19:30 21 Hezîran 2018
Nihat Zeybekçi

Ji Zeybekçi daxuyaniya Rûsyayê: "Em bi bûyerê xengîn in"

© Foto : AA
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Ekonomî yê Tirkiyeyê Nihat Zeybekçi nameya Erdogan ku ji Pûtîn re şand nirxand û ragihan, tu pozîsyoneke Tirkiyeyê ku lêborînê ji Rûsyayê bixwaze tuneye.

Stenbol — Wezîrê Ekonomî yê Tirkiyeyê Nihat Zeybekçi di fitarê de bi endamên Komeleya Nûçegihanen Ekonomiyê (KNE) re hat cem hev. Civîna ku Spûtnîk jî lê amade bû Zeybekçi di bersivdayînekê de diyar kir ku nameya Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan ku ji Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn re şand bi erênî nirxand û ragihan, tu pozîsyoneke Tirkiyeyê ku lêborînê ji Rûsyayê bixwaze tuneye, lê bûyera xistina balafirê xemnak e.

Her du welat hev temam dikin

Nihat Zeybekçi di berdewamiya axaftina xwe de got: "Heke em ji hêla ekonomî, kanayên binerdî, coxrafîk û pîşesaziyê temaşe bikin Rûsya û Tirkiye tam du welatên ku hev temam dikin e. Tiştê ku li cihekî tuneye li cem ên din heye û yê ku li cem wî jî tuneye li cem ên din heye. Dema ku mirov bi çavê aqilan li mijarê temaşe bike divê ji hêla ekonomîk ve ev nêyîniya navbera Rûsya û Tirkiyeyê neyê meşandin."

Tezmînat jî tuneye

Zeybekçi di dirêjiya axaftina xwe de behsa xistina balafir, lêborîn xwestin û tezmînatê kir û got: "Qet tiştekî ku em lêborînê bixwazin tuneye, niha pozîsyoneke Tirkiyeyê û lêborîn xwestinê ne di rojevê de ye. Lê ez vê bibêjim, hem xitina balafirê û hem jî bûyerên piştî wê gelekî xemnak bûn."

Bi heman mijarî:

Dibe Rûsya û Tirkiye di tekoşîna pençeşêrê de hevkariyê bikin
Kurtulmuş:'Tirkiye û Rûsya nikarin dev ji hev berdin'
Rûsya:Di civînê de em ê daxwaza girtina sînorê Tirkiye û Sûriyeyê bikin'
Rûsya:'Heke Tirkiye garantiye bide, em dikarin qedexeya berhemên çandinî rakin'
Rûsya:’Çek û milîtan ji sînorê Tirkiye û Sûriyeyê diçin Helebê’
Etîketan:
Komeleya Nûçegihanen Ekonomiyê (KNE), Wezîrê Ekonomî yê Tirkiyeyê, Nihat Zeybekçi, Stenbol, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de