13:57 19 Hezîran 2018
Artêşa Iraqê

Di şerê DAIŞê de generalekî iraqî hat kuştin

© REUTERS / Stringer
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Hat ragihandin ku Fermandarê Lîwaya 71 a Firqeya 15an ya Artêşa Iraqê, General Bedir Lihêbî li gundê Nesir li Mexmûrê di şerê DAIŞê de hat kuştin.

Mexmûr — Yek ji fermandarê Artêşa Iraqê li eniya Mexmûrê bi navê General Hemade di daxuyaniyekê de ragihand: "Duhî êvarî saet 18:30an li nav gundê Nesir li rojavayê navçeya Mexmûrê şer û pevçûneke dijwar di navbera hêzên Artêşa Iraqê û rêxistina terorîst a DAIŞê de derket."

Dibe bi şaşî hatibe kuştin

General Hemade got, di encama şerekî dijwar de, Fermandeyê Lîwaya 71 a Artêşa Iraqê General Bedir Lihêbî şer jiyana xwe ji dest da. Li gorî zanyariyên berdest General Lihêbî bi şaşî ve ji aliyê Artêşa Iraqê bi xwe ve hatiye kuştin.

Çavkaniyekî taybet eşkera kir ku General Lihêbî ji aliyê tankeke Artêşa Iraqê ve bi şaşî hatiye kuştin. Derbarê vê yekê de jî Fermandeyê Artêşa Iraqê li Mexmûrê, General Hemade ew yek red kir û got: "Ev îdia heye ku General Bedir Lihêbî di şerekî nêzîk û giran ligel terorîstên DAIŞê de li nav gundê Nesir şehîd bûye."

Bi heman mijarî:

Artêşa Iraqê hindik maye ku bikevin navenda Felluceyê
Artêşa Iraqê 2 gund rizgarkirin û 25 terorîst kuştin
Artêşa Iraqê li Mexmûrê dest bi operasyonê kir
Artêşa Iraqê li Fellûceyê taxekê ji destê DAIşê rizgar kir!
Artêşa Iraqê navber da operasona Felluceyê
Etîketan:
Generalekî iraqî di şerê DAIŞê de hat kuştin, fermandarê Artêşa Iraqê li eniya Mexmûrê, Bedir Lihêbî, General Hemade, Mexmûr, Iraq
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de