02:57 20 Hezîran 2018
Operasyona Leşkerî ya Minbicê

Şervanên kurd 38 terorîstên DAIŞê kuştin û 3 gundên Minbicê rizgar kirin

© REUTERS / Rodi Said
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Di opereysona Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla ya roja 14emîn de 38 terorîst hatin kuştin û hejmarek mezin çek û cebilxane hat desteserkirin.

Minbic — Şervanên YPG, HSD û Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di roja 14emîn a Operesyona Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla de, gundê Hudhud ê ku 1 km dikeve rojhilatê Minbicê, gundê Qenat El-Xera yê ku 2 km dikeve rojavayê Minbicê û gundê El-Hemdûniyê yê ku 2 Km dikeve başûrê Minbicê, ji terorîstên DAIŞê rizgar kirin.

Li gundên El-Hemdûniye û Qenat El-Xera 21 terorîst hatin kuştin û 10 Keleşkof û 900 guleyên wê, tevî 12 bombeyên destan û 37 rext hatin desteserkirin.

Li gundê Hudhud ku balafirên şer ên Koalîsyona Navnetewî 7 caran bombebaran kir de 17 terorîstên DAIŞê hatin kuştin. Hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dest danîn ser 10 Keleşkof, 6 rext û 3 hezar guleyên wê tevî 3 BKC, 2 B7 tevî 2 rokêtên wê, 2 rextên teqemeniyê, 7 bombeyên destan û bêtêlekê.

Li vî gundî milîtanekî êrişa xwekujiyê pêk anî, lê tu encam neda û bandor li şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê nekir.

Bi heman mijarî:

Şervanên kurd li Minbicê 8 terorîst kuştin û çend gund rizgar kirin
Li nêzî navenda Minbicê şerek dijwar rû dide
4 gundên din ên Minbicê jî hatin rizgarkirin
Şer li başûrê Minbicê dijwartir bû
Pevçûnên derdora Minbicê her diçe dijwar dibe: 69 kuştî
Etîketan:
Operesyona Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla, Rêxistina terorîst a DAIŞê, HSD, YPG, Minbicê, Sûriye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de