04:43 26 Sibat 2018
Zindî
    Hêzên Almanyayê - Hêzên alman

    Flaş - "Leşkerên Almanyayê gihîştin Rojavayê"

    © AFP 2018/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Leşkerên Almanyayê bo beşdarbûn di operasyona rizgrkirina Minbicê de û bo piştgiriya YPGê û HSDê derbasî Rojavayê bûne û li nêzîkî bajarê Minbicê li bakurê Sûriyeyê bicih bûne.

    Navenda Nûçeyan — Hat ragihandin ku çend yekîneyên leşkerî yên Artêşa Almanyayê li bakurê Sûriyeyê hatine bicihkirin lê hejmara wan leşkeran nehat diyarkirin.

    Çavkaniyeke herêmî ji Sputnîkê re ragihnd, ku leşkerên Almanya bo alîkariya Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) di şerê li dijî DAIŞê bo rojavayê hatine birêkirin.

    Herwiha heman çavkaniya herêmî ragihandiye, ku leşkerên almanî li nêzîkî bajarê Minbicê yê li rojavayê Çemê Firatê bicih bûne, da ku di operasyona rizgarkirina Minbicê de alîkariyê bidin şervanên HSDê.

    Li gorî agahiyên ketine destê me, erkê leşkerên almanî çêkirina pêwendî û hevrêzî di navbera hêzên bejayî û balafirên şerî yên hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê, şerê nav bajêran, rakirin û pûçkirina mayinan û şêwirên leşkerî bo hêzên bejayî bo pêşketina li ser erdê ye.

    Herwiha berî çend rojan hatibû ragihandin, ku leşkerên Fransayê jî bo piştevaniya YPGê û HSDê û ji bo alîkariyê bidin operasyonên rizgarkirina Reqa û Minbicê, gihiştine Rojavayê û li Kobanî bicih bûne.

    Hêzên Sûriyeya Demokrat bi pêşengiya YPGê, ji destpêka vê mehê ve operasyona rizgarkirina Minbicê daye destpêkirin û gelek gundên dora bajarî hatine rizgarkirin, niha bajar hatiye dorpêçkirin lê hîn jî HSD neketiye nava bajarî.

    Bi heman mijarî:

    Şanda Amerîka, Brîtanya û Fransayê serdana Rojava kirin
    Şervanên kurd li Minbicê 8 terorîst kuştin û çend gund rizgar kirin
    Li nêzî navenda Minbicê şerek dijwar rû dide
    4 gundên din ên Minbicê jî hatin rizgarkirin
    Şer li başûrê Minbicê dijwartir bû
    Pevçûnên derdora Minbicê her diçe dijwar dibe: 69 kuştî
    Etîketan:
    şer, DAIŞ, YPG, HSD, Fransa, Sûriye, Rojava, Kobanî, Almanya
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de