03:29 24 Sibat 2018
Zindî
    Salih Mislim

    Muslim: Fobiya Erdoganî ya kurdan heye, li dijî hemû destkevtiyên kurdan e

    © Foto: youtube
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Serokê Partiya Yekîtiya Demokratîk Salih Muslimî got, dem ne dema dewleta neteweyî ye û ew piştgiriya avakirina dewleteke neteweyî nakin. Herwiha Muslimî got, “Fobiya Erdoganî ya kurdan heye, li dijî hemû destkevtiyên kurdan e”.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya Rûdawê, Salih Muslim bi rojnameya Sebahê re axiviye û di hevpeyvînê de gotiye: "Fobiya Erdoganî ya kurdan heye, li dijî hemû destkevtiyên kurdan e".

    Herwiha seroke PYDê diyar dike ku istiqrara herêma Kurdistanê ji bo wan giring e lê ew xwe tev li pevçûnên partiyên kurdan nakin.

    "EM MUXATEBÊ HÊZÊN MEZIN WEK RÛSYA Û AMERÎKAYÊ NE"

    Muslim wiha axivî: "Em li Sûriyeyê di mercên cuda de ne. Kêşeyên me yên mezin hene. Ji ber ku em muxatebên hêzên mezin ên cîhanê, yên wek Rûsya û Amerîkayê ne. Pêwîst e ku kurd bi baldarî û bi awayekî stratejîk tevbigerin. Serkeftina ku li Kobaniyê hat bidestxistin. Serê kurdan bilind kir".

    "ZAROKÊN KURDISTANÊ JI AMEDÊ TEV LI VÎ ŞERÎ BÛN"

    Salih Mislim
    © Foto: AA/ Mustafa Öztürk
    Zarokên me yên Kurdistanî yên ji Mehabad, Helebce, Silêmanî û Amedê tev li vî şerî bûn. Lewra hinek kêşe ji bo me ne giring in. Kêşeyên me bi herêma Kurdistanê re, di mijarên faktorên derveyî, bazirganî û aboriyê de ne."

    "KURD, EREB YAN TURKMEN, EW SERDEM ÊDÎ ÇÛ"

    Herwiha serokê PYDê derbarê ragihandina serxwebûna Kurdistanê de wiha axivî: "Ez rêzê ji biryara Iraq û xelkê Kurdistanê re digirim lê ez wiha difikirim ku ramana dewleta neteweyî êdî çû. Em dewleta neteweyî naparêzin. Çi kurd, çi ereb çi turkmen be. Ew serdem çû, em êdî di serdema demokrasiyê de dijîn. Divê em wiha kar bikin ku hemû pêkhateyan têxin nava xwe û bi hev re bijîn".

    Muslimî hevpeyvîna xwe wiha dewam kir: "Em miletek in, dîrokeke me heye. Em bizavê dikin ta ku cîhanê mafên kurdan bide wan. Em jiyaneke azad li ser xaka xwe dixwazin. Em ne li dijî ti kesî ne û rêzê ji mafê her kesî re digirin".

    Bi heman mijarî:

    Salih Muslim: Înşelleh Erdogan aciz bibe
    Salih Muslim li gel endamên meclisa Minbicê civiya
    Salih Muslim serdana şervanên YPGê û YPJê kir
    Nûnerê Obama li Kobanê bi Salih Muslim re civiya
    Salih Muslim dîsa got, em naxwazin Sûriye perçe bibe
    Salih Muslim: Herêma Kurdistanê bandoreke rasterast li Rojavayê dike
    Etîketan:
    tirkmen, ereb, kurd, Recep Tayyip Erdogan, Salih muslim, Tirkiye, Amerîka, Rûsya, Rojava, Sûriye, Kurdistan, Iraq
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de