18:27 25 Sibat 2018
Zindî
    Hasan Cemal

    Hasan Cemal nobedarê îro yê Ozgur Gundemê ye

    © Foto: Haber Sol
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 10

    Nivîskarê tirk ê ku nobeta Gerînendeyê Giştî ya rojnameya Ozgur Gundemê digire, wiha axivî: “Gava hûn nûçeya bi dilê desthilatê çênekin, yan hûn tên girtin yan jî lêpirsîn li we vedibe”.

    Navenda Nûçeyan — Kapmanyaya "Gerînendeyê Giştî yê Nobedar" ya piştgiriya rojanmeya Ozgur Gundemê ket roja xwe ya 43an. Îro rojnamevanê tirk, Hasan Cemalî perwira gerînendetiya rojnameyê pêk anî. Hasan Cemalê ku beşdarî civîna rojnameyê bû, rojev nirxand.

    "TIRSEKE WIHA HATIYE AFIRANDIN…"

    Cemalî teqez kir ku Ozgur Gundem her dem bûye hedef û her tiştên zehmet hatine serê wê û wiha dewam kir: "Nûçeyên rast, li navendên nûçeyan tên avêtinnav gilêşê. Tirseke wiha hatiye afirandin… Gava hûn nûçeya bi dilê desthilatê çênekin, yan hûn tên girtin yan jî lêpirsîn li we vedibe".

    "ROJNAMEVANÊN KURD DI NAV AGIR DE DIXEBITIN"

    Rojnamevanê tirk bal kişand ser fişarên li ser rojnamevanên kurd û got, " Di serdemeke wiha de, xwedê alîkariya rojnameya Ozgur Gundemê û alîkariya rojnamevanên kurd bike. Hûn di nav agir de dixebitin. Di salên 90 de rewş ne wiha bû. Ev serdemeke xerab e ku em rojnamevan dijîn".

     

     

    Bi heman mijarî:

    Hasan Cemal: Erdogan li dijî azadî û mafên mirov şer ragihand
    Hasan Cemal dengê xwe dide kîjan partiyê?
    Rojnamevan tirkî ji RTyê re got:'Alîkariya DAIŞê min bi çavê xwe dît'
    Li Bexdayê rewş aloz e:Yek jê rojnamevan 4 kuştî û 28 birîndar
    Li gor raporta Bianet ê li Tirkiyê 28 rojnamevan di girtîgehê de ne
    CPJ: Rojnamevan li bajarên kurdan di bin xetereyê de ne
    Etîketan:
    rojnamevanên kurd, Ozgur Gundem, Hasan Cemal, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de