10:29 24 Hezîran 2018
Altan Tan

Altan Tan bersiv da Demîrtaş: Wa ye wî riya xwe diyar kiriye

© Sputnik / Cesim Ilhan
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Parlamenterê HDPê Altan Tan îro li meclîsê civîneke çapemeniyê lidarxirst û di civînê de bersiva gotinên Hevserokê HDPê Selahattîn Demîrtaş da.

Enqere — Altan Tan di civînê de li ser pirseke di derbarê gotinên hevserokê HDPê Selhattîn Demîrtaş de got "ger ku hevalekî me gotibe yê di riya veqetandinê de birêz Altan e, em ne di riya veqetandinê de ne, wê gavê tê wê wateyê ku wî riya xwe diyar kiriye."

Altan Tan di civînê de diyar kir ku Tirkiye gav bi gav bervê kaos û qeyranekê, bervê şerekî navxweyî yê bixwîn û tarî diçe û got di vê nuqteyê de peywirên mezin dikevin stuyê mirovên serwext.

Tan di civînê de dîsa dubarekir ku partiyên siyasî, derûdor û siyasetmedarên Kurd bi tevayî di riya veqetandinê de ne û got "divê di navbera tundî, pevçûn û şerekî topyekûn û siyaseta demokratîk û meşrû de tercîhek were kirin. Çereserî ew e ku divê siyaseteke ku hemû cudahiyên etnîkî, dînî, mezhebî, çînî û îdeolojîk bi hevdu re bide jiyîn, siyaseteke demoratîk, aştîxwaz, legal û bêwesayet hebe. Divê fikir û projeyên siyasî werin eşkerekirin û axavtin. Tenê blokeke demokrasiyê ku hemû derûdorên cuda tê de bin, dikare kela li welêt daxîne, lihevkirineke civakî û rewşeke aştiyane pêk bîne."

Herwiha li ser pirseke rojnamegerekî divê ji daxuyaniya we çi were fêmkirin û ji bo gotinên Hevserokê HDPê Selahattîn Demîrtaş yên ku bêyî nav bide "em ne di riya veqetandinê de ne. Kesên ku riya xwe şaşkirine wê bi xwe bibînin" hûn çi dibêjin, Altan Tan got "HDPê ev şera nexwest, ev pevçûna nexwest lê di nava şer de ma. Ji ber vê yekê pêwistî ev e. Îro ya ku lê tê gerîn, ya ku divê were kirin ev e. Tiştê ku ez dixwazim bikim pir eşkere ye. Ger ku hevalekî me gotibe yê di riya veqetandinê de Altan Tan e, em ne di riya veqetandinê de ne, wê demê wî hevalê me riya xwe diyar kiriye."

 

Bi heman mijarî:

Altan Tan:'Wan alçaxan li Meydana Kizilayê wê derbên girantir bixwara'
Altan Tan: Divê kurd biratiyek xurt di nav xwe de ava bikin
DBPê, Parlamenterê HDPê yê Amedê Altan Tan rexne kir
Altan Tan: 'Hêza HDPê têra guherandina biryara PKKê nekir'
Etîketan:
Meclîs, HDP, Selahattîn Demîrtaş, Altan Tan, Enqere, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de