21:22 18 Sibat 2018
Zindî
    Sûr

    EFAyê bang li UNESCOYê kir ku mîrateya çandî ya Amedê biparêze

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Serokê Hevgirtina Azad a Ewropayê (EFA) François Alfonsi derbarê hilweşîna navçeya Sûrê ji UNESCOyê xwest ku Keleha Amedê û Baxçeyên Hewselê têxe nava lîsteya Mîrateya Cîhanê ya di xetereyê de ye.

    Navenda Nûçeyan — Serokê EFAyê François Alfonsi derbarê mijarê de ji Komîteya Mîrateya Cîhanê ya UNESCOyê nameyek şand. Li gor nûçeya di malpera infowelat.comê de hatiye belavkirin Alfonsi diyarkiriye ku ji ber hilweşîna giran a li Sûrê, di çarçoveya xala 11 (4) a Konvansiyona Parastina Mîrateya Çandî û Xwezayî ya Cihanê de, divê Sûr têkeve nava lîsteya Mîrateya Cîhanê ya di xetereyê de ye.

    Alfonsi herweha ji komîteyê daxwaz kir ku pisporên rapora Sûrê amadekirine divê ji bo beşdariya civîna komîteyê bên vexwendin ku wê di navbera 10 û 20ê Tîrmehê de li Stenbolê bê lidarxistin.

    Bi heman mijarî:

    Hikumetê 3 bijartek pêşkêşî welatiyên Sûrê kirin
    Li Sûrê piştî çend mehan cenazeyên 3 kesan hêj nû hatin teşxîskirin
    Kişanak: 'Operasyon qediyan, lê rûxandina Sûrê berdewam e'
    Qedexeya li ser Sûrê rabû lê navçe êdî wêran bûye
    Qedexeya derketinê li Sûrê bi awayekî beşî rabû
    Etîketan:
    mîrateya cîhanê ya xetere, Komîteya Mîrateya Cîhanê ya UNESCOyê, Hevgirtina Azad a Ewropayê (EFA), François Alfonsi, Amed, Sûr
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de