18:05 24 Hezîran 2018
Parlamentoya Kurdistanê

Herêma Kurdistanê êrişa Orlandoyê şermezar kir

© Foto: Parlamentoya Kurdistanê
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Berdevkê hikûmeta Kurdistanê Sefin Dîzayî, êrişa ku li Orlandoya Amerîkayê pêk hatibû, şermazer kir.

Hewler — Berdevkê hikûmeta Kurdistanê Sefin Dîzayî, li ser navê herêma Kurdistanê êrişa ku li Orlandoya Amerîkayê pêk hatibû, şermazer kir.

Hikûmeta herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de ragihand, ku ji bo jinavbirina rêxistinên terorê, pêwîstî bi xebateke hevpar heye. Herwiha di daxuyaniyê de, ji bo malbatên kesên ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest daye, sersaxî û ji bo birîndaran jî şifa hatin xwestin

Daxuyaniya herêma Kurdistanê wiha berdewam kir: " Ev tawana hovane, dijminê hemû mirovahiyê ye. Ji bo ku hemû dinya ji vê tehdîta terorîstan xilas bibe, pêdivî bi hevkariyê heye."

Li Amerikayê, li bajarê Orlandoyê yê Florîdayê êrişeke çekdarî hatibû kirin û 49 kesan jiyana xwe ji dest dabû û 53 kes jî birîndar bûbûn û DAIŞê berpirsyariya xwe li ser bûyerê ragihandibû.

Bi heman mijarî:

Wezîrê Berê yê Kurdistanê: "Kerkûka Xweser" projeya Tirkmenan e
"Kurdistan nikare bi vî awayî berdewam bike"
Sebahat: Kurdistan dê bibe cîrana Tirkiyeyê
’Peyama Kurdistan’’ê li Amedê ye..
‘Kurdistan bo bidawîkirana şerê Sûriyeyê çi divê emê bikin'
Banka Cîhanê: Divê Kurdistan bo xizaniyê çareseriyekê bibîne
Etîketan:
Berdevkê hikûmeta Kurdistanê, rêxistinên terorê, êriş, Sefin Dîzayî, Amerîka, kurdistan
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de