18:03 22 Sibat 2018
Zindî
    Li Amedê depoya pirtûkên Weşanxaneya Avestayê hate şewitandin

    Yekîtiya weşangerên Tirkiyê: Bila careke din şerma şewitandina pirtûkan neyê jiyîn

    © Foto: fb
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Yekîtiya Weşangerên Tirkiyê derbarê şewitandina depoya pirtûkên Weşanxaneya Avestayê de daxuyaniyek nivîskî belav kir.

    Navenda Nûçeyan — Yekîtî di belavoka xwe de behsa pêkhatina bûyera şewatê dike û dibêje ku, "Şewitandina pirtûkan bûyerek wisa dilşewat e ku di rejîmên zordest de bi armanca bêbîrkirin û kedîkirina civakê tên kirin, piştra jî weke sûcekî li hember mirovahiyê dimîne ku şerm jê tekirin."

    Daxuyaniya Yekîtiyê bi van gotinan bi dawî dibe; "Em êrîşa xayin ya li hemberî Weşanxaneya Awestayê şermezar dikin, em daxwaz dikin ku sûcdar demildest bên dîtin û cezakirin û hêvî dikin ku li welatê me careke din şerma şewitandina pirtûkan neyê jiyîn."

    Bi heman mijarî:

    Li Amedê depoya pirtûkên Weşanxaneya Avestayê hate şewitandin
    Diyarî - Bi hezaran kitêbên şewitî
    Etîketan:
    şewat, Yekîtiya Weşangerên Tirkiyê, Weşanxaneya Avestayê, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de