10:18 22 Sibat 2018
Zindî
    operasyon

    PKK li Şemzînanê êrişî qerekola leşkerî kir

    © Foto: Facebook
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Şervanên PKKê li bajarokê Rûbarokê yê Şemzînana Colemêrgê, êrîşî Fermandariya Liqa Sînorî û qereqolekê kir û piştî êrîşê şer derket.

    Colemêrg — Hat ragihandin ku êrîşek ji aliyê PKKê ve, li ser Fermandariya Liqa Sînorî û qereqolekê li bajarokê Rûbarokê yê Şemzînana Colemêrgê pêk hat.

    Li gorî agahiyên ketine destên me, ev êrîş li dora saet 05:00ê li ser qereqol û Fermandariyê pêk hatiye.

    Herwiha piştî êrîşa ku bi topên hawanê, moşekên dijî-balafiran û çekên lûledirêj pêk hat, leşkerên tirk bersiv da û şer dest pê kir.

    Hat ragihandin ku piştî operasyonê, çiyayê govendê ji aliYê hêzên Tirkiyeyê bo du saetan hat bombebarankirin.

    Bi heman mijarî:

    Li Şemzînanê li hemberî cerdevanan êrîşa çekdarî
    Li herêma Şemzînanê operasyona hewayî
    Li navçeya Şemzînanê şer:Leşkerek hat kuştin û yek jî birîndar bû
    Leşkerên tirk li Şemzînanê sivîlek kuşt
    PKKê li şemzînanê êrişî qerekolê kir: Leşkerek hate kuştin
    Etîketan:
    pevçûn, şer, PKK, Fermandariya Liqa Sînorî û qereqolekê, Tirkiye, Rûbarok, Colemêrg, Şemzînan
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de