02:14 26 Sibat 2018
Zindî
    Kurdên Sûriyeyê

    Dijberên PYDê di bin navê “Kurdên Sûriyeyê yên Serbixwe” de gihan hev

    © AFP 2018/ DELIL SOULEIMAN
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 02

    Komeke nêzîkî ENKSê biryar da ku di bin navê “Kurdên Sûriyeyê yên serbixwe” de, têkoşîna xwe bikin. Serokê Komeleyê Ebdulezîz Temoyî, rexneyên tund li PYDê girtin û teqez kir ku ew dijî partiyan in.

    Navenda Nûçeyan — Komeleya nêzîkî Encûmena Niştimanî ya Sûriyeyê, ku rexneyên tund li Partiya Yekîtiya Demokratîk girtin, li Ruhayê civîneke ji 150 kesî pêkhatî, li dar xist ta ku polîtîkayên xwe yên siberojê diyar bikin. Civînê du rojan dewam kir û di dawiyê de navê komeleyê wek" Kurdên Sûriyeyê yên serbixwe" hat ragihandin.

    Yek ji pêşengên civînê Ebdulezîz Temo bi Sputnîkê re axivî.

    "EM Ê DI BIN BANÊ KOMELEYÊ DE BIXEBITIN, EM DIJÎ PARTIYAN IN"

    Temoyî diyar kir ku beşdarî gelekî berfireh bû û hinek endamên ENKSê jî tev li civinê bûn û got: "Biryarên giring di dawiya civînê de hatin dayîn û hat teqezkirin ku em beşek ji şoreşa Sûriyeyê ne. DAIŞ û El-Nusra di serî de, em dixwazin hemû rêxistinên terorîst ji Sûriyeyê derxînin. Divê Beşdar Esad dest ji karê xwe berde û bê darizandin. Divê ev şer bi dawî bibe."

    Herwiha serokê komeleyê teqez kir ku ew ê partiyeke danemezirînin û ew ê têkoşîna xwe di bin banê komeleyê de berdewam bikin.

    "PYDÊ BI ZORA ÇEKAN FEDERASYON RAGIHAND"

    Temoyî PYDê bi "alîgiriya rejîma Şamê" û "alîgiriya terorê" tawanbar kir û got, "PYDê bi zora çekan federasyon ragihand. Em piştigriyê nadin wê federasyonê. Ew ne tiştekî rast e û ti fêdê li gelê kurd nake".

    Herwiha Temmoyî diyar kir ku Rûsya xwedî li hikûmeta Sûriyeyê derdikeve.

    Bi heman mijarî:

    Şervanên kurd rêya sereke ya Minbic û Helebê kontrol kirin
    Şervanên YPGê û HSDê rêya Minbic û Cerablusê rizgarkirin
    Erdogan: Minbic ne ya kurdan e
    Amerîka: Minbic navenda xwekujên DAIŞê ye
    Minbic - Fermandarekî DAIŞê hat kuştin 32 jî birîndar bûn
    Etîketan:
    Rojava, enks, Kurdên Sûriyeyê yên Serbixwe, PYD, ENKS, Ebdulezîz Temo, Ruha, Sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de