04:58 20 Sibat 2018
Zindî
    penaber

    ‘DAIŞ ji sivîlan bi zorê xwînê digre'

    © AP Photo/ Khalid Mohammed)
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Li bajarê Fellûceyê ya ku operasyonên Artêşa Iraqê û hêzên milîsan dewam dikin, hûrgiliyên ecêb derketin holê. Lewra hate gotin ku gelek welatiyên fellûcî di bin îşkenceyên giran de ne û gelek caran ji birçîna giha dixwin.

    Navenda nûçeyan — Berdevkê Hêzên Milîs yê Gel Kerîm el Nûrî di axaftina xwe ya rojnameya İzvestiyayê de ragihand ku terorîstên DAIŞê ji gelê fellûcî ji bo terorîstên birîndar bi zorê xwîn girtine. Kerîm el Nûrî da zanîn ku DAIŞ nan tenê dide kesên ku li gel wan beşdarî şer bûne û yên din jî birçîna gihayên çolan xwarine. Hate gotin ku zordariyên DAIŞê ne tenê li ser mezinan li ser zarokên biçûk e jî. Lewra hate eşkerekirin terorîstên DAIŞê zora êrişên xwekujî û şer li zarokên biçûk dikin.

    ‘AMERÎKÎ DI OPERASYONA FELLÛCEYÊ BIN KETIN'

    El Nûrî diyar kir ku operasyona rizgarkirina Fellûceyê gelekî baş diçe û heta niha gelek gund û herêm ji destên DAIŞê hatine rizgarkirin. El Nûrî Fellûceyê  wekî ‘dijwar' bi nav kir û wiha pê de çû: ‘Amerîkiyan piştî dema Sedam Hisên 2 caran hewl dan ku Fellûceyê bi dest xînin, heta bo vê yekê bombeya fosforê jî bikaranîn. Lê bi serneket in.'

    Hate ragihandin ku sedema sereke ya hêdîbûna operasyonê rizgarkirina Fellûceyê, hebûna sivîlên di nava bajêr de ye.

     

     

    Bi heman mijarî:

    Li Fellûceyê goreke komî ya ku 400 leşker têde bûn hate dîtin
    Xelkê Fellûceyê bi xwekuştinê xwe ji DAIŞê xelas dike
    Di operasyona Fellûceyê de 250 terorîstên DAIŞê hatin kuştin
    Artêşa Iraqê kete nava bajarê Fellûceyê
    Etîketan:
    gel, Birçîbûn, daiş, felluce, îşkence, hêzên milîs yê gel, kerîm el nûrî, sûriye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de