06:48 20 Sibat 2018
Zindî
    Pirtûkên şewitî yên weşanxaneya Avestayê

    Diyarî - Bi hezaran kitêbên şewitî

    © Sputnik/ Omer Faruk Baran
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Piştî ku depora weşanxaneya Avestayê ya li Amedê hati şewitandin û Weşanxaneya Avestayê bi hezaran kitêbên şewitî ji xwendevanan re dê diyarî bişîne.

    Omer Faruk Baran

    Amed — Depoya Weşanxaneya Avestayê ya ku li navçeya Sûrê ye çar rojên berê ji aliyê hin kesên nediyar ve bi şev bi molotofê hate şewitandin. Bi hezaran kitêbên di depoyê de şewitîn û gelek kitêb jî ji ber ava li ser şewatê hatiye

    reşandin zirar dîtin. Berpirsên weşanxaneyê diyar kir ku ew ê kitêbên şewitî û av li ser hatine reşandin ji xwendevanên wan kitêban dixwazin re diyarî bişînin.

    Yek ji berpirsên weşanxaneyê Songul Keskin Duraker li ser şewata depoyê û kitêbên dixwazin diyarî bişînin ji Sputnik Kurdistanê re axivî.

    Durakerê got: ‘'Em nîvê şevê bi şewatê hisiyan, bi telefonê xeber dan me. Wan kesên ji terawîhên li mizgeftê derketine av avêtine depoyê, agir vemirandine. Li jor depoyê malek heye. Tişta me teselî dike ew e ku tiştek bi wê malê û malbatê nehat.''

    "EM Ê PIRTÛKAN JI KESÊN DIXWAZIN RE DIYARÎ BIŞÎNIN"

    Durakerê destnîşan kir ku di depoyê de 20 hezar kitêb hene û eger ew kitêb hemû bişewitiyana careke din wê nikaribû karê weşanxaneyê bikira.

    Durakarê got: ‘'Piştî şewatê me piştgiriya xweş a xwendevanên xwe jî dît. Ji bo piştgiriyê dixwazin wan kitêbên şewitî bikirrin. Em wan nafroşin, ji kesên dixwazin re em ê diyarî bişînin. Em ê mailekê vekin, xwendevanên dixwazin wê ji mailê re adresa xwe binivsînin û li kû derê be ferq nake em ê kitêbên şewitî bişînin adresa wan. Ew ê tenê heqê kargoyê bidin.''

     

    Bi heman mijarî:

    Polîsan girt ser Weşanxaneya Ozanê
    Polîsan girt ser weşanxaneya Aramê
    Li Sêrtê weşanxaneya kurdî ya yekem: Nûber
    Ji Weşanxaneya DOyê du pirtûkên hêja
    Etîketan:
    diyarkirina pirtûkan, Şewitandina pirtûkan, Weşanxaneya Avestayê, Songul Keskin Duraker, Amed
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de