00:47 24 Hezîran 2018
YPJ

Nassan: Têkçûna DAIŞê ne tenê ji bo herêmê ji bo Ewropayê jî girîng e

© AFP 2018 / DELIL SOULEIMAN
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Wezîrê Karê Derve yê berê yê Kantona Kobanê Idrîs Nassan operasyona Minbicê weke destpêka lawazbûna DAIŞê dinirxîne. Nassan êrîşên DAIŞê yên li bajarên Ewropayê bibîr dixê û dibêje ku hêzên navnetewî ji bo berevanî û berjewendiyên xwe li Sûriyê li hember DAIŞê şer dikin.

Ferid Demirel

Navenda Nûçeyan — Operasyona Minbicê di 14emîn roja xwe de berdewam dike. Bajar bi tevahî hatiye dorpêçkirin û pevçûn li derdora bajêr di navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û hêzên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û DAIŞê de berdewam dike. Herweha hêzên girêdayî hevpeymaniya navneteweyî jî bi balafiran piştgiriya operasyonê dikin.

Hêzên operasyonê lidar dixin diyar dikin ku ji ber sivîl di nava bajêr de heye ew niha nakevin bajêr. Herweha DAIŞê li gelek deverên Minbicê teqemenî çandiye. Ev jî dibe sedem ku operasyona li nava bajêr bidereng keve. Wezîrê Karê Derve yê berê yê Kantona Kobanê şîrovekar Idrîs Nassan rewşa dawî ji Sputniknewsê re şîrove kir.

‘BI OPERASYONA MINBICÊ DAIŞ BER BI LAWAZBÛNÊ VE DIÇE'

Idrîs Nassan behsa girîngiya operasyona Minbicê dike ku gelek kes dibêjin bi vê operasyonê re rêya DAIŞê ji bo bidestxistina cebilxane, çek û endamên nû hatiye birîn. Nassan li ser şiroveyên ku dibêjin ‘Bi vê operasyonê û encamên wê re wê DAIŞ li Sûriyê êdî lawaz bibe' van nirxandinan dike; Belê rast e. Bi rizgarkirina Minbicê re ew herêma bakure Reqqayê û bakure Helebê te qutkirin û ew rêya ku DAIŞê alîkarî bidest dixist tê qutkirin. Ji wê jî hêzên DAIŞê wê gelekî lawaz bibin. Bêhtir jî pêşeroja DAIŞê wê pir lawaz bibe. Jiber demên ku nikaribin çek û cebilxaneyan bidest bixin, demên ku nikaribin çeteyên nû derbasbikin wê bêguman têkçûna DAIŞê destpê bike.

Operasyona Leşkerî ya Minbicê
© REUTERS / Rodi Said
Operasyona Leşkerî ya Minbicê

‘DIBE KU OPERASYON LI CIYÊN DIN JÎ BÊN ÇÊKIRIN'

Idrîs Nassan sedema pêşketinên li bakurê Reqqayê û Minbicê şikestina moralê DAIŞê dibîne. Nassan dibêje ku ev lawazbûn û têkçûn wê bibe destpêka çareyekê û aramiyekê di hundirê Sûriyê de. Herweha dibêje wê gelên herêmê ji fişara DAIŞê û grûpên din ên tundrew derkevin. Wezîrê berê Nassan dibêje ku li gor têkiliyên hêzên berevaniyê û gelên herêmê dibe ku li gelek deverên Sûriyê yên di destên DAIŞê de operasyonên rizgarkirinê bên lidarxistin. Şehba, Marê, Ezaz û Cerablûsê jî di nava van ciyan de dinirxîne Idrîs Nassan.

‘DAIŞIYÊN LI VAN HERÊMAN PERWERDE DÎTIN ÊRÎŞ BIRIN SER EWROPAYÊ'

Idrîs Nassan
© Foto : fb
Idrîs Nassan

Nassan diyar dike ku li gel van tiştan dorpêçkirina Minbicê hişt ku rêya terorîstên DAIŞê ya çûna Ewropayê jî qut bibe; "Ji bo me jî hebûna DAIŞê bi hustek di xaka Suriye de tê wateya ku wê gefê li xelkê Suriyê bikin, wê li xelkê herêmê bikin û bêguman wê li civaka navnetewî jî bikin. Me dît ku kesên êriş li ser Brukselê kirin, li ser Fransayê kirin, kesên ku li van deveran perwerde bibûn û beşdarî DAIŞê bibûn. Ev kes careke din vegeriyabûn Ewropayê û ev êrîş pêk anîbûn. Ji wê jî têkçûna DAIŞê di van herêman da tevahî tê wateya serkeftineke navnetewî, herêmî û mirovahî."

‘TIRKIYÊ NEMA DIKARE ASTENG ÇÊBIKE'

Bicîkirina hêzên Fransayê li Rojava jî di vê çarçoveyê de dinirxîne û dibêje hêzên navnetewî ji bo berevaniya xwe bikin tên li wir bicî dibin. Li gor Nassan "Hebûna hêzên navnetewî li ser xaka me, ne ji bo berevanî û berjewendiyên me ne. Ne ji bo ku dixwazin piştgiriya me bikin. Ew ji ber ku li van herêman piştgiriya civakên xwe dikin.

Idrîs Nassan balê dikişîne helwesta Tirkiyê û dibêje ku "Edî helwesta Tirkiyê bi wî rengê negatif nema wê astengiyan ji wan hêzan re çêbike. Hêzên navnetewî bigiştî gihiştine baweriyekê ku ev hêzana berevaniyê dikin, hêzên ku şerê terorê dikin û hêzên ku dikarin terorê têk bibin."

Bi heman mijarî:

Li Minbicê çeka SPG-9 kete destê Meclîsa Leşkerî
Meclîsa Leşkerî ya Minbicê: Dema ku em bixwazin dikarin bikevin Minbicê
Esad, cara destpêkê di Meclîsa Gel a nû de axivî
YPG: Di encama topbarana leşkerên tirk de endamê Meclîsa Leşkerî jiyana xwe ji dest da
Meclîsa Sûriyeya Demokratîk:'Artêşa Tirkiyeyê ji bo êrişê amadehiyan dike'
Etîketan:
êrîşên terorê, rizgarkirin, DAIŞ, Idrîs Nasan, Reqqa, Minbic
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de