10:18 22 Sibat 2018
Zindî
    Abdullah Ocalan

    Gelo cihê Ocalanî tê guhetrtin?

    © Foto:
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hat îdiakirin ku PKK û dewleta Tirkiyeyê, di hin mijaran de li hev kiriye û li gorî wê lihevkirinê, PKKê dê hêzên xwe yên çekdar ji nava sînorê Tirkiyeyê derxîne û Tirkiye jî dê mercên girtîgeha serokê PKKê biguherîne.

    Navenda Nûçeyan — Li gorî nûçeya Bas Haberê, îdia heye ku PKK û Tirkiyeyê li hev kiriye û mercên vê lihevkirinê jî wiha ne; PKKê dê hêzên xwe yên çekdar ji nav sînorê Tirkiyeyê derxîne, dewlet jî dê bhêle YPGê derbasî rojavayê çemê Firatê bibe.

    Li gorî nûçeyê, tê îdiakirin ku mercekî din ê lihevkirinê jî ew e ku mercên girtîgeha serokê PKKê Abullah Ocalanî bên guhertin ta ku bikare bi rehetî hevdîtinan pêk bîne.

    Herwiha, siyasetmedarê bitercrube yê kurd Mihemed Emîn Pencewînî yê ku berê navbeynkarî di navbera PKKê û Tirkiyeyê de kiribû, berî demekê ragihandibû ku gelek hêzên mezin niha navbeynkariyê di nav dewletê û PKKê de dikin.

    Ji aliyekî din ve, serwekîla HDPê ya Parlementoya Tirkiyeyê Pervin buldanê diyar kir ku ti agahî derbarê vê mijarê de negihiştiye wan.

    Bi heman mijarî:

    Ji bo jinûve darizandina Ocalan serî li DMMEyê hate xistin
    DBP: Divê Ocalan bi xwe pêvajoyê bi rê ve bibe
    Li Afrîkaya Başûr daxwaza xwerêveberiya kurdan û azadiya Ocalan hate kirin
    Şaredariya Palagonîa ya Îtalyayê hemwelatîbûna rûmetî da Ocalan
    Ji sendîkayên Brîtanî ji bo azadiya Ocalan kampanya!
    Parêzerên Ocalan: Tecrîta li ser bajarên kurdan perçeyek ji tecrîta li Îmraliyê ye!
    Etîketan:
    girtîgeh, Tirkiye, PKK, Mihemed Emîn Pêncewînî, abdullah ocalan, Tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de