22:00 22 Sibat 2018
Zindî
    Sûriyeyê bi belavokan DAIŞê hişyar dike

    Artêşa Sûriyeyê bi belavokan hişyarî da DAIŞê

    © Sputnik/
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hêzên Artêşa Sûriyeyê bi piştgiriya balafirên rûsî, ber bi bajarokê Tebqayê yê çoltera rojavayê başûrê Reqayê ve diçe û bi balafiran belavok li ser bajarê Reqayê belav kirin ta ku DAIŞ xwe çekên xwe deynin.

    Navenda Nûçeyan — Çavkaniyeke leşkerî ji Spuntikê re ragihand, ku piştî Artêşa Sûriyeyê êrîşî komeke DAIŞê ku ji devera dîrokî ya girêdayî bajarê Selîmiyeyê yê Hemayê dihat, kir, tenê 5 kîlometre di navbera artêş û bajarokî de mane.

    Herwiha heman çavkaniyê teqez kir ku hêzên wan, yek ji wan fermandar, 15 endamên DAIŞê kuştin û gelek çekên wan rûxandin.

    Ji aliyekî din ve, balafirên şerî yên Sûriyeyê, roja sêşemê belavok li ser bajarê Reqa û derdora wê belav kirin û bangî endamên DAIŞê kir ku çekên xwe deynin û xwe radest bikin.

    Sûriye bi belavokan DAIŞê hişyar dike
    © Sputnik/
    Sûriye bi belavokan DAIŞê hişyar dike

    Herwiha wan belavokan teqez kiriye ku Artêşa Sûriyeyê bi pêş ve diçe, tenê çend saet ji wan re mane û teqez kir ku "çi kesê çek li ber artêş û gelê Sûriyeyê hilgirtiye, ew ê bê kuştin".

    Bi heman mijarî:

    Lavrov: Em ê ji bo Helebê piştgiriyeke çalak bidin Artêşa Sûriyeyê
    Artêşa Sûriyeyê ket sînorê Reqqayê
    Artêşa Sûriyeyê li Raqayê dest bi operasyonê kir
    Artêşa Sûriyeyê ji bo ‘Palmîraya duyemîn amadehiyan dike
    Artêşa Sûriyeyê Celadê qelew ê DAIŞê girt
    HELEB - Artêşa Sûriyeyê û terorîstan şer kir: 22 welatiyên sivîl hatin kuştin
    Etîketan:
    Artêşa Sûriyeyê, DAIŞ, Rûsyayê, Selîmiye, Hema, Reqa
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de