16:47 25 Hezîran 2018
Galip Ensarioglu

Ensarioglu: "Pêvajoya çareseriyê bi dawî nebûye"

© Foto : Twitter
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 01

Endamê Lijneya Rêvebiriya Biryara Navendî (LRBN) yê AKPê û parlamenterê Amedê Galip Ensarioglu ragihand ku pêvajoya çareseriyê bi dawî nebûye niha di sarincokê de ye.

Navenda Nûçeyan — Endamê Lijneya Rêvebiriya Biryara Navendî (LRBN) yê AKPê û parlamenterê Amedê Galip Ensarioglu ragihand ku pêvajoya çareseriyê bi dawî nebûye niha di sarincokê de ye û heke rêxistin li Tirkiyeyê bi awayekî aseh dawî li çekan bîne wê pêvajo dîsa were destpêkirin.

Hêvî dikim dadger Tirkiyeyê naxin kaoseke nû

Galip Ensarioglu di axaftina xwe de got: "Di rewşeke wiha de û bi zextan mijara rakirina parêzbendiyan ji parlamentoyê derbas bû, hekena ev destûr bi hesanî ji parlamentoyê derbas nedibû. Hêvî dikim dadger hestên xwe deynin aliyekî, bi awayekî serbixwe bêyî ku Tirkiyeyê têxin kaoseke nû biryaran bidin."

Divê çek werin binaxkirin

Ensarioglu di berdewamiya axaftina xwe de got: "Serokomar Erdogan jî tim dibêje pêvajoya çareseriyê neqediyaye û di sarincokê de ye. Bi şertên ku hemû çek werin binaxkirin ku êdî bi tu awayî bes bê bikaranîn û kengî metirsiya şidetê ji bo Tirkiyeyê bi dawî bû, wê demê tiştê pêwist ê were kirin."

Bi heman mijarî:

HDP: ‘Gotinên Ensarioglu bi temamî derew in'
Galip Ensarioglu: 'Tirkiye 1600 birîndarên PYDê derman kirin'
Mithat Sancar: Biryar berdewama pêvajoya darbeyê ye
YEyê bangî Tirkiyeyê kir: Li pêvajoya çareseriyê vegere
Mercên Hikûmeta tirk û PKKê ji bo pêvajoya çareseriyê
Etîketan:
pêvajoya çareseriyê, Endamê Lijneya Rêvebiriya Biryara Navendî (LRBN) yê AKPê, Recep Tayyip Erdogan, Galip Ensarioglu, Tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de