10:24 18 Hezîran 2018
penaber-alan kurdî

Ji bo bîranîna penaberên xeniqîn, li ser behrê ‘goristanek' hate avakirin

© Foto : hayata destek
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 01

Komeleya Piştigirya bo Jiyanê (Hayata Destek)bi sedema 20ê Hazîranê Roja Penaberên Cîhanê ji bo ku bale bikşînin ser xeniqîna penaberan vîdeoyek amade kir.

Navenda nûçeyan — Şerê Sûriyeyê, qeyraneke mezin ya mirovî ya dîroka nêz e. Li gel mirin û rûxandinan bi milyonan welatiyên sûriyî koçber bûn. Penaberên sûriyî bo ku ji şer birevin bi trajediyan rûbirû dimînin. Lê hedefa wan welatên Ewrûpa û xeyala wan jî ‘jiyaneke bi rûmet' e. Lê mixabin ev yek ne hêsan e. Her roj bi dehan penaber heta niha bi hezaran penaber di behra Egeyê de jiyana xwe ji dest dan.

Komeleya Piştigirya bo Jiyanê (Hayata Destek) bi boneya 20ê Hezîranê Roja Penaberên Cîhanê vîdeoyek amade kir. Komeleyê daxuyand ku ew bi vê vîdeoyê dixwazin bale bikşînin ser mirinên penaberan û di vî warî de hişmendiyê çêbikin.
Di videoya bi navê ‘Goristana Behr' penaberên ku merivên wan di behre de xeniqîne diaxivin û êşên xwe bi çend hevokan tînin ziman.




Bi heman mijarî:

Hejmara penaberên îsal gihiştine Ewropayê ji 214,000 derbas bû
1772 penaberên din çûn Efrînê
236 penaberên din xwe avêtin Efrînê!
Çeçen û afganî êrişî penaberên êzidî kirin:5 birîndar
Penaberên Ewrûpayê Xiristiyaniyê hildibijêrin!
Etîketan:
hayata destek, alan kurdî, xeniqîn, şerê sûriyeyê, penaber, zarok, piştevaniya bo jiyanê, hayata destek, tirkiye
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de