03:27 19 Hezîran 2018
Polês, êriş, operasyon, leşker

Şeş qereqolên nû yên hêzên taybet li Colemêrgê tên avakirin

© REUTERS / Sertaç Kayar
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Avakirina du qereqolên ewlehiyê yên demkî li Colemêrgê qediya lê avakirina 4 qereqolên din ên ku dewletê biryara avakirina wan dabû ta ku hêzên taybet lê bi cih bibin, hîn jî berdewam e.

Navenda Nûçeyan — Hat ragihandin ku dewleta Tirkiyeyê biryar daye ku hinek nuqteyên ewlehiyê yên taybet damezirîne ta ku rê li ber xendek, barîkat û bûyerên wan bigire.

Li gorî agahiyên herêmî, biryar hatibû dayîn ku qereqol li taxên Eski Kişla, Esentepe, Esenyurt, Cumhuriyet, Orman û Gungorê bê avakirin û niha avakirina qereqolên taxên Eski Kişla û Esentepeyê qediya.

Herwiha hat ragihandin ku polîsên taybet dê li wan qereqolan bixebite û ew ê selahiyeta wan hebe ku di cih de destwerdanê di bûyeran de bikin.

Ji aliyekî din ve, hat zanîn ku ev qereqol dê ji madeyên wiha bên çêkirin ku êrîşên çekdarî û bombeyên bidestan çêkirî bandorê li wan neke.

 

 

Bi heman mijarî:

Dibistan û nexweşxaneyên Amedê dibin qereqol
PKK: Çêkirina qereqol û bendavan binpêkirina agirbestê ye
Navenda tenduristiyê hilweşandin, kirin qereqol!
Li Amedê li hember qereqolê êrîşa bombeyi
PKKê bi roketan êrîşî qereqolê kir
Li Dêrikê li dijî qereqolê êrişa bombeyî:1 kuştî û 10 birîndar
Etîketan:
barîkat, polîs, xendek, taxa Cumhuriyetê, taxa Esenyurtê, taxa Esentepeyê, Eski Kişla, Tirkiye, Colemêrg
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de