00:47 19 Sibat 2018
Zindî
    2 DAÎŞî li Tirkiyê hatin girtin

    2 tîmên înfazê yên DAIŞê li Kilîsê hatin girtin

    © Sputnik/ Dmitri Vinogradov
    Rojhilata Navîn
    Lînkê kurt
    0 0 0

    Hate ragihandin li Kilîsê 2 mîlîtanên ku girêdayî tîma înfaza DAIŞê ne hatin girtin. Hate gotin ku li ser DAIŞiyan lîsteyek înfazê ya ku di nav de rojnamevan û parlementer jî hene hate dîtin.

    Kilîs — Li gelemperê bajarê Kilîsê li dijî terorîstên DAIŞê operasyon hate lidarxistin. Di encama operasyonan de hurgiliyên ecêb derketin holê. Di operasyonê de li ser 2 endamên DAIŞê yên ku bi talîmatên taybet derbasî Tirkiyeyê bûne gelek çekên bêdeng hatin zeftkirin.
    AMADEHIYA ÊRIŞAN DIKIRIN
    Li gorî agahiyên ku li ser rojnameya Yenişafakê hatine belavkirin, li ser her du DAIŞiyan lîsteyek înfazê jî hebû û hedefa sereke ya terorîstan hinek parlmeneter bûn.
    Hate gotin ku her du terorîstên tîmê înfazê ji bo înfazên xwe pêk bînin dest bi xebatên lêkolînê jî kiribûn.
    Her du terorîstên ku hatin girtin di îfadeya xwe ya Midûriyeta Ewlehiyê de diyar kirin ku ew bo înfazan li benda ‘fermanê' bûn.
    ROJNAMEVAN JÎ DI LÎSTEYÊ DE BÛN
    Di lîsteya înfazê de li gel parlementeran gelek rojnamevanên navdar jî hebûn. Hate îdiakirin ku terorîstên DAIŞê dest bi xebatên xwe yên lêkolînan kirine û heta niha navnîşanên çend rojnamevanan bidest xistine. Li ser DAIŞiyan ji xeynî lîstya înfazê 2 çekên bêdeng û gelek dokumenterên rêxstinê hatin dîtin.
    CARA PÊŞÎ LI SER DAIŞIYAN ÇEKÊN BÊDENG TÊ DÎTIN
    Hêzên ewlehiyê ragihandin ku ew cara ewil li ser terorîstên DAIŞê çekên bêdeng dibînin. Hate diyar kirin ku dibe ku DAIŞ stratejiya xwe ya êrişan guherandibe lê DAIŞê rojnamevanên sûriyî yên li Tirkiyeyê bi çekên bêdeng kuştibûn.
    LI KILÎSÊ 2 CESED HATIN DÎTIN
    Ji aliyê din Li navçeya Elbeylî ya Kilîsê 2 cesed hatin dîtin. Cesedên ku ji aliyê balafirên navgînên bêmirov ve hatin tespîtkirin, şandin morga Saziya Tipa Edlî ya Dîlokê.
    Hate gotin ku nasnameyên herdu kesan nehatin diyarkirin û li gorî îdiayan di encama bombebarana balafirên şer yên hêzên koalîsyonê hatine kuştin.

    Bi heman mijarî:

    DAIŞ gundê ser sînorê Tirkiye teslîmî cîhadîstan kir
    Sekreterê giştî yê NATOyê derbarê Kilîsê de daxuyanî da
    Li Kilîsê di tangê de teqîn çêbû
    NATO derbarê Kilîsê de daxuyanî da: Tedbîr hatin standin
    DAIŞê dîsa roket avêtin Kilîsê
    Etîketan:
    înfaz, parlementer, kilis, rojnamevan, DAIŞ, sûriye, tirkiye
    Pîvanên civatêNîqaş
    Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de