19:24 19 Hezîran 2018
Meşa Rûmetê

Cîhadîstan li hember Meşa Rûmetê banga êrîşê kirin

© AFP 2018 / OZAN KOSE
Rojhilata Navîn
Lînkê kurt
0 0 0

Koma bi Ciwanên Anadolû yên Misilman (MAG) bangewazî kirin ku êrîşî bibin ser Meşa Rûmetê ya Trans a wê di 19ê Hezîranê de li Taksîmê pêk bê.

Stenbol — Piştî ku li bajarê Orlando yê eyaleta Florîda ya DYAyê li hember klûba şevê ya ku homoseksüel diçûnê û di encamê de 49 kesan jiyana xwe ji dest da, li Stenbolê jî rêxistina cîhadîst ya bi navê MAGê bangewaziya êrîşa li ser ‘Meşa Rûmetê ya Trans'an kirin.

MAGê li ser medyaya civakî ji bo saetek beriya meşê bangewazî kirin ku wê Meşa Rûmetê saet di 19.00ê de çêbibe. Koma cîhadîst di bangewaziya xwe di dibêjin ku "Em jirêderketiyên bêrûmet nadin meşandin! Destûrê ne de rezaletiya ku di bin navê di 19ê Hezîranê de meşa birûmet! lidar bikeve! Mudaxele bike! Em li hevîya te jî ne!"

Müslüman Anadolu Gençliği (MAG) bu yıl 19 Haziran’da Taksim’de yapılacak Trans Onur Yürüyüşü’ne saldırı çağrısı yaptı.
© Foto :
Müslüman Anadolu Gençliği (MAG) bu yıl 19 Haziran’da Taksim’de yapılacak Trans Onur Yürüyüşü’ne saldırı çağrısı yaptı.

Rayedarên MAGê derbarê bangewaziyê de ji Nabiz Haberê re axivîn û gotin ku, "Em destûrê nadin vê ‘keraxiyê'. Me ‘çalakiyek' daye destpêkirin û tevahiya mirovên hestiyar vedixwînin vê bernameyê".
Endamên komê jî li ser hesabên xwe yên medyaya civakî bangewazî parvekirin û daxwaza beşdarbûnê kirin.

Bi heman mijarî:

Êrişkarê Orlandoyê Omer Metin, çawa di bin taqîba FBIyê de çek standin
Radyoyê DAIŞê: ‘Êrişkarê Orlandoyê leşkerê xîlafetê yê li Amerîkayê bû'
Hevserokên HDPê ji bo êrîşa Orlandoyê peyama sersaxiyê şandin
Êrîşkarê Orlandoyê, berê serdana Erebistana Siûdî kiribû
Etîketan:
cîhadîst, êrîş, Meşa Rûmetê, Ciwanên Anadolû yên Misilman, Orlando, Stenbol
Pîvanên civatêNîqaş
Şiroveyên di rêya Facebook deŞiroveyên di rêya Sputnîk de